Malbatên xwestin biçin Girtîgeha Gebze rastî eblûkeya polîsan hatin 2019-04-24 16:04:05   KOCAELÎ - Malbatên xwestin biçin ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze û bibin dengê zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de, rastî ablûkeya polîsan hatin û polîsan nehiştin li wesayîtên xwe siwar bibin.  Malbatên girtiyên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, ji 9’ê Nîsanê ve hewl didin biçin ber girtîgehê û bibin dengê zarokên xwe. Lê malbatan ev 16 rojin ji aliyê polîsan ve tên asteng kirin û derp kirin. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogûllari  û Ayşe Surucu malbatên girtiyan xwestin biçin ber girtîgehê. Malbatên kîlometreyek dûrî Rêxistina HDP’ê ya Gebzê kom bûn, xwestin ji vir biçin ber girtîgeha Gebzê, lê rastî astengiya polîsan hatin. Malbatan xwestin li wesayîtên xwe siwar bibin û biçin ber girtîgehê. Lê polîsan ji malbat re gotin “Ger hûn li wesayîtên xwe siyar bibin, emê wesayîtê we girê bidin.” Ligel vê jî malbat xwestin li wesayîtên xwe sîwar bibin. Polîsan li ser vê malbat dûrpêç kirin.    ROJNAMEGER ASTENG KIRIN    Rojnamegerên xwestin malbatan bikişînin rastî astengiyên polîsan hatin û polîsan bi  gotinan parlementer û malbat tacîz kirin.      Malbatên heya demekê di dorpêça polîsan de man, ji bo ku hevdîtinê bi Walîtiya Kocaelî re bike, ji qadê veqetiyan.