Li Sûr û Çinarê êrîşa polîsan hat şermezarkirin 2019-04-24 15:32:02   AMED - Rêxistinên HDP’ê yên Sûr û Çinarê, êrîşên polîsan ên li ser dayikên ji bo zarokên xwe yên greva birçîbûnê dene çalakiyan pêk tînin şermezar kirin.    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeyên Sûr û Çinarê, derbarê grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê dewam dikin de daxuyanî dan çapemeniyê.    Endamên partiyê li Taxa Paşa Îskender a Sûrê hatin gelhev û daxuyanî dan. Rêvebera HDP’ê ya Sûrê Yasemîn Akengîn, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em êrîşên li dijî malbatên girtiyan ê li Gebze û Qoserê xwestin çalakî pêk bînin şermezar dikin. Polîsan li Gebze û Qoserê, êrîşî dayikên xwestin ji bo zarokên ku dengê xwe bilind bikin kirin. Emê li her cihê, li dijî êrîşan bertekên xwe danin holê û emê li her derê piştevaniyê mezin bikin. Xwedî dayikan derketin û bertekên xwe mezin kirin, dê bibe sedema ku berxwedana grevên birçîbûnê deng bide.”   Endamên partiyê piştî daxuyaniyê ji Taxa Îskender Paşa, heya Sûka Aşefçiyan meşiyan û dirûşemên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bijî berxwedaan zindana” berz kirin.    BANG LI HIKUMET Û STO YAN KIRIN   Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên navçeya Çinarê jî, bi endamên partiyê û endamên Meclîsa Şaredariyê re ji ber avahiya partiyê heya navenda sûka navçeyê meşiyan û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindana” berz kirin. Li navenda sûka bajê daxuyanî hat dayîn û Hevserokê DBP’ê yê navçeyê Omer Adsiz, di  daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê dewam dikin. Adsiz, diyar kir ku hikumeta AKP’ê bi tecrîdê re, bi awayekê bêrehem bi ser Kurdan de tê. Bi tecrîdê gelê Kurd înkar dikin, tune dihesibînin û vîna wê xesp dikin.”   Adsiz, êrîşên li ser dayikên girtiyan jî şermezar kir û bang li hikumeta AKP û Rêxistinên Civaka Sîvîl (STO) kir ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hereketê.