Qurbaniyên qirkirina ermenan li gelek navendan hatin bibîranîn 2019-04-24 13:31:22 NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveber û endamên ÎHD’ê xwestin li Sultanahmeta Stenbolê kesên di Qirkirina Ermenan de jiyana xwe ji dest dan bibîr bînin lê polîsan bîranînê asteng kir. ÎHD'ê li gellek navendên din jî qirkirin şermezar kir û qurbaniyan bibîr anî.  Bi rasthatina salvegera Qirkirina Ermenan a 24’ê Nîsana 1915’an kesên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane bi çalakiyên cuda tên bibîranîn. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) Eren Keskîn jî di nav de endam û rêveberên ÎHD’ê xwestin li Qada Sultanahmeda Stenbolê ji bo qurbaniyan bernameya bîranînê li dar bixin. Polîsan çalakiya ÎHD’ê asteng kir. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan ê ermen jî destek da çalakiyê û li Rawestgeha Travmaya Sultanahmedê kom bûn.   Kom ji vir heta qadê meşiya û polîsan bi hêceta “daxuyanî û çalakî qedexe ye” destûr neda bîranînê.    Tevî hemû nîqaşên rêveberên ÎHD’ê jî polîsan destûr neda. Li ser vê yekê aktîvîst ji qadê veqetiyan û diyar kirin ku dê li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî bidin.    EDENE     Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê jî çalakiya bîranîna Qirkirina Ermenan li avahiya xwe li dar xist. Endam û rêveberên ÎHD’ê beşdar bûn, pankarta “Qirkirina Ermenan ji bîr neke û nede jibîrkirin” daliqandin û ji bo bîranînê findan pêxistin.    Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Prz. Îlhan Ongor diyar kir ku bi qirkirina ermenan xwestin pirrengîn û pirçandîbûna anatolê bi dawî bikin û rejîm faşîst a Hîtler, qirkirina ermenan a sala 1915’an ji xwe re kiriye mînak. Ongor da zanîn ku qirkirinê di heman demê de bi xwe re dizî û talankirinê jî bi xwe re aniye û got: “Înkarkirin her tim qirkirinê dike û bi xwe re tîne.”    ÎZMÎR    Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bi wesîleya salvegera komkujiya ermenan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDK, HDP, TÎHV beşdarî civînê bûn. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî da û destnîşan kir k udi 24’ê Nîsana 1915’an de plana qirkirina ermenan ji aliyê hikumeta Îtîhat a Osmaniyan ve ket meriyetê û qirkirin û sirgûnên mezin pêk hat. Çîçek got bi qirkirina ermenan sûcê mirovahiyê hatiye kirin, 104 sal in qirkirina ermenn tê înkarkirin û ew wek ÎHD’ê dixwazin ji bo heqîqet û edaletê divê bi qirkirinê re rû bi rû bê mayîn.    DERSIM    Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Dersimê jî bi minaseta rojê li avahiya Şaxa ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberê Komeleya Elewiyên Demokratîk Dursun Demîrtaş da zanîn ku qirkirina li dijî ermeniyan yek ji qirkirinên mirovahiyê ya herî mezin bû û qirkirin şerma mirovahiyê ya herî mezin bûye.