Ji Baroya Sêrtê rapora greva birçîbûnê: Maf sînordar kirin, hin vexwarinan nadin 2019-04-24 13:08:09 SÊRT - Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Sêrtê, derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê tê jiyîn de, rapor amede kir. Di raporê de hat diyarkirin rêveberiya girtîgehê hin vexwarinan nadin girtiyan û cezayê disîplînê dane girtiyan.  Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Sêrtê, derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê tên jiyîn de rapor amade kir. Komîsyonê berî raporê bi girtî Îrfan Baykara, Serdozgeriyê Komarê û rêveberiya Midûriyeta Girtîgehê re hevdîtin kirin û di çarçoveya tespîtên kirin de, rapor amade kir.      PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ   Di raporê de ev agahî hatin parvekirin: “Em bi Îrfan Baykara yê ji 25’ê Sibatê vê di greva birçîbûnê deye re hevdîtin kir. Bi Baykara re Mehmet Kaçar û Ferhat Bozkurtî jî ji 25’ê Sibatê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Enes Cengîz, Ozcan Sonmez, Îhsan Çelîk, Hîdayet Aksû, Mezlûm Aksûl û Abdulhadî Aykaç jî ji 1’ê Adarê ve di grevê dene. Ji roja ku Baykara û hevalên wî ketin greva birçîbûnê de 8-10 kîla dane. Piraniya çalakgeran serê wan diêşe, dilê wan dixele, êş dikeve mîda wan, dest û lingên wan ditevizin, êdî tiştan ji bîr dikin, li hemberî deng û ronahiyê hesas bûne. Rêveberiya girtîgehê li ser daxwaza bijişkan, vîtamînin B1-B12, av û lîman didin girtiyan. Lê dîsan jî rêveberiya girtîgehê ligel daxwaza girtî û ya bijîşkan jî toza karbonatê nade girtiyan.”   CEZAYÊN DISÎPLÎNÊ    Di raporê de cih ji bo van vegotinên Baykara hat dayîn: “Ji ber ku em di greva birçîbûnê dene, mûameleyek cuda li hemberî meye. Cezayê disîplînê dane me. Ji ber vê yekê mafên me yên sporê, sinema, name, hevdîtina telefonê û agahî girtinê ji holê rakirine. Jinên tên serdana me di lêgerînin cuda re derbas dikin. Ev nêzîkatî şikandina rûmetê ye. Ji ber ku em digreva birçîbûnê dene, rojnameyên Evrensel û Yenî Yaşamê nadin me. Divê tecrîda li ser Abdullah ocalan rabe. Ev daxwazek meşrû ye. Ger tecrîd ranebe, em ê greva xwe ya birçîbûnê berdewam bikin.   PÊŞNIYARÊN DI RAPORÊ DE HATIN KIRIN    Pêşniyarên di raporê de hatin kirin wihan e:   “*Divê mafên girtiyan bên bi cih anîn.    *Divê mûameleyekê li gorî hiqûqa navneteweyî li hemberî girtiyan bê kirin.   *Divê tecrîd û izolasyona li ser girtiyan demildest bên rakirin û şertê jiyaneke mirovî bê avakirin.    *Di warê tenduristiya girtiyan de, divê mafê dermankirinê bên dayîn.    *Ji bo ku tecîd bê rakirin û grevên birçîbûnê bi dawî bibin, em Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a TBMM’ê dawetî erka xwe  bi cih bînin dikin.”