Demîrtaş: Êrîşa li dijî dayikan şermezar dikim, divê her kes bi hestiyar tevbigere 2019-04-24 12:09:00 ENQERE – Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi rêya dîmen beşdarî doza jê tê darizandin bû û banga hestiyariya ji bo grevên birçîbûnê kir. Demîrtaş tundiya polîsan a li dijî dayikan a li Gebzeyê û parêzeran a li Enqereyê jî şermezar kir.  Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê tê girtin li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqeryê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Danişînê dest pê kir. Demîrtaş ji girtîgehê bi rêya dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê û komek parêzer dişopînin.    ‘DIVÊ HERKES HESTIYAR TEVBIGERE’    Piştî tespîta nasnameyê Demîrtaş parastina xwe kir. Demîrtaş bi silavkirina çalakgerên greva birçîbûnê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Ji bo aştî û demokrasî bi ser bikeve û bi hêz bibe û aqlîselîm û diyalog serdest bibe grevên birçîbûnê didomin. Ez hem silavê xwe ji hevalên xwe re dişînim û hem jî bang li raya giştî dikin ku hestiyar tevbigere.”    ‘ÊRÎŞA RÛMET ŞIKANDINÊ ŞERMEZAR DIKIM’    Demîrtaş bertek nîşanî şideta li dijî dayikên girtiyan a li ber Girtîgeha Gebzeyê pêk hat da û got: “Em ê qet û qet muameleya xerab û rûmet şikandinê ya li dijî dayikên me qebûl nekin. Ez êrîşa li dijî dayikan şermezar dikim.”    ‘MUDAXELEYA LI DIJÎ PARÊZERAN ŞERMEZAR DIKIM’    Demîrtaş mudaxeleya polîsan a li dijî parêzerên li Enqereyê xwestin raporek pêşkêşî Wezareta Dadê bikin jî şermezar kir û got: “Mudaxeleyek tund li dijî parêzerên dosyeya min dişopînin jî ku hene pêk hat. Ez vê mudaxeleyê şermezar dikim. Pêkanîna îşkenceyê li dijî parêzeran pêk hatiye. Ez hevalên xwe yên parêzer silav dikim. Ez carek din vê muameleya li ser wan rewa tê dîtin şermezar dikim.”    TÊKILDARÎ DOZÊ     Demîrtaş bi îdayên “Rêxistin ava kirin û birêvebirin”, “Propaganda rêxistinê” û “Pesindayîna sûc û sûcdar” tê darizandin û derbarê wî de heta 142 sal cezayê hepsê tê xwestin. Doza li Amedê hat vekirin, bi hêceta “ewlehiyê” neqlî Enqereyê hatibû kirin.    Danişîn didome.