Bi çekê êrîşê avahiya HDP'ê kirin 2017-11-14 10:03:02 STENBOL - Kesên nasnameya wan ne diyar bi çekê êrîşê avahiya HDP'a Esenlerê kirin. Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Esenlera Stenbolê bû hedefa guleyan. Hat diyarkirin ku kesên nasnameya wan ne diyar bi çekê êrîşê avahiya partiyê kirine. Êrîşa di saetên şevê de pêk hat, ji ber ku kes di hundur de tune bû, tiştek bi kesî nehat. Guleyên li şibeke û dîwarê avahiyê ketin, xesara madî pêk anî.