Li Çewlîgê polîsan bi ser avahiya HDP û maltan de girtin: 9 binçav kirin 2019-04-24 11:24:34   AMED - Polîsan li Çewlîgê bi ser avahiya HDP’ê û gelek malan de girtin û 9 kes binçav kirin.    Polîsan di saetên serê sibê de, bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewlîgê de girtin. Polîsan di serdegirtinê de bangî Jimardarê HDP’ê yê Bajêr Yaşar Yûrtsever kirin ku were avahiya partiyê û lêgerîn kirin. Polîsan di serdegirtinê de dest danîn ser gelek ewraqên partiyê û piştî lêgerînê ji avahiyê veqetiyan.     9 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Polîsan ligel avahiya HDP’ê li navend û navçeya Bongilan a bajêr jî bi ser gelek malan de girtin û 4 kes li navçê binçav kirin. Hat diyar kirin ku endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê jî dinava de  bi giştî 9 kes binçav kirin. Endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê Firat Bûlût li mala xwe û Mehmet Nûrî Mert jî li kargeha xwe hatin binçavkirin. Hat dest nîşan kir ku polîsan bi ser mala Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Zeynel Barlas de jî girtin, lê ji ber ku ne li malê bû nehat binçavkirin. Hat zanîn ku li bajêr serdegirtinên malan dewam dikin û dibe ku hejmara kesên hatin binçavkirin zêdetir bibin.    Polîsan kesên binçavkirin birin Midûriyeta  Polîsn a Çewlîgê û derbar hinceta serdegirtin û binçavkirinan de tu agahî nehatin girtin.    ‘DIXWAZIN JI HDP’Ê TOLÊ BIGIRIN’   Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Veysel Kaya, derbarê serdegirtina avahiya partiya xwe de axivî û got: “Ji ber ku ji xebatkarên partiyê acizin, biryara lêgerinê derxistin. Me bi demokrasî û pir dengiyê qesr tengav kir, AKP’ê dest bi helandinê kir. Ji ber vê dixwazin tolê ji serkeftina HDP’ê ya di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de bi dest xistî bigirin.”