Dayikên Aştiyê, Kadîr Înanir û fîlmê wî pîroz kirin 2019-04-24 09:51:12 AMED – Galaya fîlmê “Derî (Kapi)” ku Kadîr Înanir serlîstikvaniya wê dike li Amedê hat pêşandan. Di gotûbêja fîlm de Dayikên Aştiyê bi axaftina xwe mohra xwe li çalakiyê dan. Dayikên Aştiyê laçika sipî ku remza aştiyê temsîl dike bi sitûyê Înanir ve danîn.  Lîstikvanê sînemayê Kadîr Înanir di fîlmê “Derî (Kapı)” yê ku derhêneriya wê Nîhat Durak kiriye de rolek girîng dileyîze. Fîlm behsa serhêphatiya malbatek sûryanî ku ji Navçeya Midyada Mêrdînê koçî Elmanya bûye dike.    Fîlm di 12’ê Nîsanê de li sînemayan hat pêşandan. Duh êvarê bi beşdariya Kadîr Înanir li Navenda Dan û Sitendinê ya Foruma Amedê gotubêj hat lidarxistin û pişt re fîlm bi galayek hat pêşandan.    Di gotubêjê de hevşaredarên HDP’î yên herêma Amedê, Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên jin û bi sedan welatî amade bûn. Kadîr Înanir derket ser dikê û div ê kêliyê de Dayikên Aştiyê yên Amedê hatin ser dikê û bixêrhatina Înanir kirin.    ‘BILA HER KES DENGÊ ZAROKÊN ME BIBÎHIZE’    Endama Dayikên Aştiyê Nafiye Yigît axivî û çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan bi bîr xist û got: “Ji ber rewşa zarokên me. Kezeba me dayikan dişewite û dilê me diêşe. Bila her kes dengê zarokên me bibîhîze û destê xwe têxe bin kevir. Bila pêşiya vê herikîna xwînê bê sekinandin û hêsirên çavê dayikan nerijin. Em li dijî mirina însanan e. Em bang li Serokkomar Erdogan dikin û bila dengê me û zarokên me bibe xwe.”    Piştî axaftinê dayikan laçika sipî ku wek remza aştiyê tê qebûlkirin bi sitûyê Înanir ve danîn.    Di vê kêliyê de dengê çepikan li holê olan da. Pişt re Înanir axaftinek kurt kir û behsa hatina bîranînek xwe ya li Amedê kir.    SIYASETMEDAR, ÎNANIR Û DAYIKÊN AŞTIYÊ LI KÊLEKA HEV BÛN    Piştî gotûbêjê welatî ji bo temaşekirina fîlm derbasî hola sînemayê bûn. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Uyanir Alokmen Uyanik, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî temaşekirina fîlm bûn. Hevşaredar, Dayikên Aştiyê û Înanir li kelek hev li fîlm temaşe kirin.    Piştî nîşandana fîlm welatiyan bi deqîqeyan li çepikan da. Mizrakli û Turk kurte axaftin kirin û kulîlkan dan Înanir û ew pîroz kirin.   NAVEROKA FÎLMÊ DERÎ?   Fîlm behsa malbatek Sûryanî ku ji gundek Navçeya Midyadê ya Mêrdînê sirgûnî Berlîna Elmanyayê dibe dike. Malbat dema koç dibe kurê wan winda dibe û malbat tu agahî jê hilnade. Piştî salên dirêj li Mêrdînê agahî ji wan re diçe û ji wan re didin diyarkirin ku hestiyên kurê wan di bîrekê de hatiye dîtin û ji bo testa DNA’yê divê biçin xwînê bidin. Malbat ji Berlînê tê Mêrdînê û ji bo DNA xwîn dide. Malbat piştî xwînê dide diçe gundê xwe û bi kavilkirina gund re rû bi rû dimînin. Dema malbat diçe ber mala xwe dibîne ku deriyê wan û şibakeyên wan nînin û mal hatiye talankirin. Malbat ji gundiyan hîn dibin ku deriyê wan ku bi kurê wan winda jî ked dayê nîne.    Kadîr Înanir ku bi navê “Yakup” serkêşiya fîlm dike, li deriyê ku bi alîkariya kurê xwe bi destê xwe çêkiriye digere. Dikeve pey çîroka derî û çîroka derî ji Mêrdînê heta Stenbolê dirêj dibe. Derî li şirketek Stenbolê ku berhemên dîrokî û binirx tên firotin dibîne û deriyê xwe ji wan distîne û tîne gund. Dema Yakup derî tîne gund,  testa DNA’yê ya kurê wî jî bi encam dibe û derî dike darbesta kurê xwe û bi merasîmek li gorî baweriya sûryaniyan bi darbestê vedişêrin.    FÎLM DAYIKÊN ŞEMIYÊ Û WINDAYÊN WAN TÎNE BÎRA MIROV    Her wiha mirov dikare bêje ku fîlm behsa êş û azarên malbatek li xerîbiyê dijî û windahiyên xwe dikişîne dike. Hest û êşa dayika winda ku di rola fîlm de dileyîze bi hezaran dayikên windayên kurd ango Dayikên Şemiyê ku bi salane hestiyên zarokên xwe nedîtine tîne bîra mirov.