Rojnamevan Yasûl ku hat berdan: Çalakiyên li derve hêzê li girtiyên di grevê de peyda dike 2019-04-24 09:35:06 STENBOL – Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îshak Yasûl ku çend roj berê hat berdan, diyar kir ku êdî xwîn ji roviyê hin girtiyan tê û rewşa wan di asteke pir krîtîk de ye. Her wiha Yasûl got, çalakiyên li derve hêz û quwetê li girtiyan zêde dikin. Di 28'ê Adara 2017'an de qeyûm tayînî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hatibû kirin û piştî qeyûm hatibû tayînkirin der barê 20 xebatkarên rojnameyê de doz hatibû vekirin û ji evan kesan 6 jê hatibûn girtin. Ji kesên hatin girtin yek jê jî Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îshak Yasûl bû. Yasûl, di 10'ê Nîsanê de hat berdan. Yasûl, rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de nirxand.   ‘DIVÊ CIVAK BIBE DENGÊ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ'    Yasûl, anî ziman ku li Girtîgeha Jimare 5'an a Sîlîvriyê gelek girtî di greva birçîbûnê de ne û got: "Daxwaza çalakgeran, pêkanîna hiqûqê ye. Girtî ji hin tiştan moral û hêzê digirin. Ev nirx in û armanc e. A herî girîng jî baweriya ji bo serketinê ye. Grev, li dijî derz û qeilîşên li civakê peyda bûne dest pê kirine. Girtî li dijî zext û zoriyan dibêjin 'Çalakiya min bersiva partîkên dixwaze bin biçewisîne. Çi dikin bila bikin ez ê tim bidim pêyî jiyana azad û mirovane. Ji bo civak di şert û mercên hîn baştir de bijî çi hewce be ez ê bikim.' Loma divê kesên dibêjin em demokrat in, em rewşenbîr in divê dengê xwe ki dengê girtiyan zêde bikin."    ‘GAV NEYÊN AVÊTIN...'    Yasûl, diyar kir ku çalakiyên li derve tên kirin hêz û quweteke mezin li girtiyan peyda dikin û got: "Lê eger hin gav neyên avêtin dibe ku şehadet çêbibin. Nexasim jî roviyên hin hevalan nêm girtiya û xwîn ji wan tê. Her roj bedena hevalên me dihele. Lê dîsa jî xwestin ez vê peyama wan ragihînim. Gotin 'Li vir em li ber xwe didin. Qethiyen em ê tawiz nedin. Em ê bi ser bikevin. Em bihêvî ne. Em we hemûyan vedixwînin vê hêvî û baweriyê.'"    MA / Ferhat Çelik