'Ne gotin, berxwedan watedar e' 2019-04-24 09:33:59   WAN – Li Girtîgeha Wanê, 5 girtiyên 130 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne ji ber tenduristiya wan nebaş e êdî nikarin biçin cihê hevdîtinê jî. Yek ji van girtiyan Cîhan Tamûr, got: "Di vê pêvajoyê de ne gotin, berxwedan watedar e."  Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Wanê rewşa girtiyên bi navê Cîhan Tamûr, Azîm Sokmen, Şahîn Oncu, Bahtiyar Kemal Hasan û Bariş Kahraman ku li dijî tecrîda li Îmraliyê 130 roj in di greva birçîbûnê de ne pir nebaş e.    ÊDÎ NIKARIN BIÇIN CIHÊ HEVDÎTINÊ JΠ   Hat diyarkirin ku ji ber tenduristiya girtiyan xirab bûye ji evan girtiyan Cîhan Tamûr û Şahîn Oncu 3 hefte ne nikarin hevdîtin bi parêzerên xwe re çêbikin û êdî Azîz Sokmen jî hatiye wê astê ku nikare biçe cihê hevdîtinê.    NIKARE JI NAV CIHAN DERKEVE   Hat ragihandin ku ji ber nexweşîna dil lê peyda bûye Şahîn Oncu nikare ji nav nivînan rabe.    Hat hînbûn ku Bahtiyar Hasan Kemal ku cezayê muebeta giran lê hatiye birîn di hucreyeke yekkesî de dima li ser hin liv û tevgeran wî xistine odeyeke 3 kesî.    ‘NE GOTIN BERXWEDAN WATEDAR E'    Cîhan Tamûr bi rêya malbata xwe peyamek şand û got: "Em li ser asasên zanistiyî û rasteqîn têdikoşin. Di vê pêvajoyê de ne gotin, berxwedan watedar e. Jixwe em bi ser ketine, em qebûl dikin. Moralê me pir baş e. Ji ber em li ber xwe didin em kêfxweş in."