Polîsê gundî îşkence kirin beraat kir! 2019-04-24 09:32:26 WAN - Di sala 2017'an de li Westanê wexta gundî ji berhevkirina kuvarkan dihatin li navenda navçeyê hatibûn binçavkirin û li emniyetê bi awayekî dijwar hatibûn binçavkirin. Ji polîsên ku gundiyan îşkence kiribûn tenê der barê yekî de doz hatibû vekirin û ew jî beraat kir. Dadgehê wekî hincet diyar kir ku ji ber qalîteya dîmenên kamerayên MOBESE nebaş in, ser çavê kesan baş xuya nake.    Li Westan a Wanê di 9'ê Hezîrana 2017'an de wexta 4 gundî ji komkirina kuvarkan dihatin li navenda navçeyê hatibûn binçavkirin. Wê demê çapemeniyê bi ser navê "4 terorîstên êrîşî Midûriyeta Emniyetê ya Westanê kirin hatin girtin" nûçeyek serwîs kiribû. Gundiyê bi navê Abdûlselam Aslan (32), Cemal Aslan (53), Halîl Aslan (48) û Nejdet Beysum (29) di dema binçavkirinê de bi awayekî dijwar hatibûn îşkencekirin. Piştî hat fêmkirin ku ên êrîş kirine ne ev kes in, her 4 gundî hatibûn berdan. Wê demê wêneyên îşkencekirina gundiyan di raya giştî de bibû rojev.    7 POLÎS HATIN TEŞHÎSKIRIN LÊ TENÊ DER BARÊ POLÎSEKÎ DE DOZ HAT VEKIRIN    Wê demê piştî Serokatiya Komîsyonê ya Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê nivîs ji Serdozgeriya Komarê ya Westanê re şand, der barê polîsan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de 7 polîs hatibûn teşhîskirin lê belê ji evan polîsan tenê der barê polsê bi navê O.Ş. de doz hatibû vekirin.    BERAAT KIR    Doz li Dadgeha Cezayê Asliye ya Westanê nêzî 2 salan dewam kir, lê belê tevî hemû vîdeo, deng û wêneyên îşkenceyê jî der barê polîsê bi navê O.Ş. de biryara beraatê hat dayîn. Dadgehê di biryara xwe de îdia kir ku ji ber qalîteya dîmenên kamerayên MOBESE nebaş in, ser çavê kesan baş xuya nake.