Hevjîna girtiyê di greva birçîbûnê de: Hûn dikarin bi dewlet gav bidin avêtin 2019-04-24 09:31:41   RIHA - Tulay Kazici ku hevjînê wê Mehmet Kazici 56 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji bo bangawaziyê "bila dewlet gav bavêje" got: "Ma we gav avêtiye ku dewlet bavêje? Hûn li benda çi ne? Jixwe dewlet dixwaze kurd bimirin. Hûn dikarin bi dewletê gav bidin avêtin."    Li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê yek ji girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye jî bav çar zarokan Mehmet Kazici ye. Kazici, di sala 2015'an de hatiye girtin û 9 sal û 9 meh ceza lê hatiye birîn û niha 56 roj in di greva birçîbûnê de ye. Her wiha birayê wî Mûrat Kazici jî di dema qedexeya derketina li Cizîrê de li jêrzemînên navçeyê jiyana xwe ji dest daye.    ‘DAXWAZA WÎ DAXWAZA MIN E'    Hevjîna Mehmet Kazici, Tulay Kazici bal kişand ser girîngiya greva birçîbûnê û got: "Tenduristiya girtiyên di greva birçîbûnê de nebaş e. Daxwaza wan daxwaza min e. Ji bo mirin çênebin tenê rêyek heye, ew jî divê em bibin dengê wan."    ‘HÛN LI BENDÎ ÇI NE?'    Kazici, anî ziman ku divê kes ji dewletê ne li benda tiştekî be û got: "Her kes dibêje bila dewlet gavna bavêje. Ez jî dipirsim, ma we gav avêtine ku dewlet bavêje? Hûn li benda çi ne? Jixwe dewlet dixwaze kurd bimirin. Hûn dikarin bi dewletê gav bidin avêtin. Divê em li her derî destekê bidin wan da ku dewlet gavina bavêje. Divê li her derî ji bo wan çalakî bên lidarxistin. Tenê ne kurd, divê kesên dibêjin 'em dostên kurda ne' jî xwedî li vê çalakiyê derkevin."