Piştî hat berdan çalakiya xwe li malê didomîne: Em ê bi ser bikevin 2019-04-24 09:31:00 MÊRDÎN – Gûrbet Ektîren ku piştî ji girtîgehê derket çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê didomîne, got: "Em mafê xwe dixwazin. Em axa xwe, zimanê xwe dixwazin. Em ê bi ser bikevin."  Gûrbet Ektîren ku li Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê di 15'ê Çileyê de li dijî tecrîda li Îmraliyê ket greva birçîbûnê, di 8'ê Adarê de hat berdan û niha çalakiya xwe li mala xwe ya li Dêrîka Mêrdînê didomîne. Her wiha birayê wê Mehmet Ektîren û xalê wê Abdûrrahman Şîmşek jî li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne.    Ektîren ku 100 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku heta ew bi ser nekevin wê çalakiya wê dewam bike.    Ektîren, desnîşan kir ku divê gelê kurd bi tevahî xwedî li grevên birçîbûnê derkeve û got: "Niha bêdengî gelê me dîl girtiye. Xwazî bila me bigirin. Tiştek bi me nabe. Yekî ji me bigirin em hezar şîn tên. Em ne ji zindanan ne jî ji mirinê ditirsin. Divê gel xwe nas bike. Eger gel xwe nas bike kes nikare tiştekî bike. Niha tecrîd tenê ne li ser Serok, li ser her kesî pêk tê. Loma divê ke bêdeng nemîne û bertek nîşan bide."    'EM DOZA ÊN XWE DIKIN'    Ektîren, bilêv kir ku ji ber di greva birçîbûnê de ye pir kêfxweş e û got: "Em ê bigihên armanca xwe. Wexta di 2015'an de li Dêrikê rêveberiya xwecihî hat îlankirin jin, zilam, zarok, extiyar her kes daketibûn kuçeyan. Niha kekê min û xalê min jî di greva birçîbûnê de ne. Min nikaribû li malê bi rihetî rûnişta. Niha li Dêrikê Mahsûn Şen û Mûrat Aksîn jî di greva birçîbûnê de ne. Ev yek bi wxe re tiştên pir xweş derdixîne meydanê. Moralê mirov xurt dike. Li navçeyekê sê kes di greva birçîbûnê de ne, ev cihê kêfxweşî û hêviyê ye."    Ektîren, anî ziman ku wexta vîna mirov xurt be kes nikare wan têk bibe û got: "Em ji zindanên wan natirsin. Ha mirov li hudnur in ha li derve ne, eynê ye. Niha em nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Nexwe tu ferqa derve û zindan ji hev tune ye. Niha em li her derê Kurdistanê di zindanê de ne. Wexta jiyana mirov tune be, zimanê mirov tune be û mirov nikaribe derkeve derve û nikaribe bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxive ev dîlgirtin e. Tenê em doza tiştên xwe dikin. Em doza mafê xwe dikin. Em doza ziman û axa xwe dikin. Em ê bi ser bikevin."    MA / Ahmet Kanbal