Bavê Rahşan a 120 roj in di greva birçîbûnê de ye: Ez ê li her derî dengê xwe bilind bikim 2019-04-24 09:24:06 ÎZMÎR – Osman Aydin ku keça wê Rahşan Aydin 120 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Ev mesele bi bêdengiyê çareser nabe. Eger em bêdeng bimînin em ê winda bikin. Ez ê li her derî dengê xwe bilind bikim."  Li Girtîgeha Jina ya Şakranê ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, yek jê jî Rahşan Aydin a 21 salî ye. Aydin, di 17 saliya xwe de hatiye girtin û cezayê muebeta giran lê hatiye birîn û niha 120 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.    PIR ZIHÎF BÛYE    Bav Osman Aydin ku hefteya borî çû girtîgehê û keça xwe dît, diyar kir ku keça wî di hucreyeke yekkesî de ye û li cem wê kes tune ye. Bav Aydin, anî ziman ku keça wê ji 55 kîloyan daketiye 42 kîloyan û êdî nikare bi tena serê xwe bimeşe. Bav Aydin got: "Êdî Rahşan nabîne. Bi tena serê xwe nikare biçe lawaboyê jî. Zer bûye û canê wê pir sar e. Eger li hucreyê bikeve, kes li cem tune ye aliyê wê bike. Niha zext û zoriyê girtîgehê didimin. Vîtamînan baş andin Rahşanê."    'EZ Ê LI DOR BERXWEDANA KEÇA XWE BIBIM XELEK'   Bav Aydin destnîşan kir ku li girtîgehê zext û zorî zêde ne û keça wî gotiye li hucreyê nikare bêhnê bistîne û xwest biçe cem hevalên xwe. Aydin, xwest Wezareta Dadê û hikûmet gavina bavêje û got: "Eger tiştek bê serê zarokên me berpirsiyar hikûmet e. di warê fizîkî de rewşa keça min nebaş e, lê baweriya wê tam e. Ez giriya, ji min re got 'Serê xwe rake, negirî.' Moralê min baş kir. Berxwedana wê hêz da min. Min jî fêm kir ku divê ez li dor berxwedana keça xwe bibim xelek. Ev mesele bi bêdengiyê çareser nabe. Eger em bêdeng bimînin em ê winda bikin. Ez ê li her derî dengê xwe bilind bikim. Ez ê serî li her derî bidim."    Aydin, destnîşan kir ku ew ê tu carî tecrîdê qebûl nekin. Bav Aydin, bilêv kir ku girtî ji a xwe danekevin û diyar dikin heta tecrîd neyê şikandin ew ê li ber xwe bidin. Aydin got: "Em ê heta dawiyê li ber xwe bibin. Ez ê bi paş ve gav neavêjim. Ez ê lis er rêça keça xwe bim. Niha rewşa bi hezaran girtiyan di asteke krîtîk de ye. Lê tu çapemenî behsa wan nake. Tenê alîgiriya AKP'ê dikin. Nûçeyên rast ranagihînin."    MA / Rûken Demir