Daxuyaniya xizmên girtiyan a li Amedê asteng kirin 2019-04-23 15:04:58 AMED - Malbatên Girtiyan ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê xwestin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê , lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Malbatên bi zorê li wesayîtên xwe hatin sîwar kirin, bertek nîşanî polîsan da.  Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene, ji bo balê bikişinin ser rewşa çalakgeran xwestin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê, lê polîsan destûr neda ku malbat daxuyanî bidin. Polîsên bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr nedan daxuyaniyê, bi TOMA'yan û sedan polîsên hêzên çewîk pêşiya girtîgehê dorpêç kirin. Malbatan ligel hemû astengiyan jî xwestin daxuyanî bidin, lê polîsan em kirin çemberê. Malbatan li ser vê yekê bi lêxistina çepik û tilîliyan ev helwesta polîsan şermezar kirin.    'ZAROKÊN ME JI BIRÇINA DIMIRIN'    Polîsan piştî nîv saet hevdîtin hat kirin, xwestin malbatan bi zorê li wesayîtan siwar bikin û ji herêmê dûr bixin. Malbatên li dijî vê mudaxileya polîsan li ber xwe dan, bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" şermezar kirin. Polîsan bi mertalên xwe bi zorê malbat ji ber girtîgehê dûr kir. Malbatan jî li ser vê yekê bertek nîşanî polîsan dan û gotin: "Em dayikin. Dayikên we jî hene. Zarokên me ji birçînan dimirin."   Malbat dûre kom bi  kom ji dorpêça polîsan derketin, li çepikan xistin û bi berzkirina dirûşmeyan xwestin bimeşin. Polîsan dîsan mudaxileyê malbatan kirin û destûr nedan ku malbat bimeşin. Polîsan li ser vê yekê, xwestin malbatên li ber girtîgehê kom bibûn li wesayîtê xwe siwar bibin û ji ber girtîgehê dûr bikevin. Malbatên nexwestin ji herêmê dûr bikevin, polîsan bi zorê ew li wesayîtên wan siwar kirin û ji herêmê dûr kirin.   'DILÊ MIN DIŞEWITE'   Welatiyekê dinava koma malbatan de li polîsan vegeriya û got: "Ma zarokên we tune ne? Wezareta Dadê li kuye? Ma eve edalet? Em dayikin dilê me dişewite." Malbatên li ber xwe dan piştî demekê li wesayîtên xwe siwar bûn û ji ber girtîgehê veqetiyan.