Rêxistinên Elewî Leyla Guven ziyaret kirin 2019-04-23 14:35:19 AMED – Komeleyên Elewî, Leyla Guven a 167 rojin di greva birçîbûnê deye ziyaret kirin. Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan, diyar kir ku ewlekariya canê girtiyan dibin kontrola dewletê deye û got: “Divê hevdîtina tu girtiyên siyasî neyin astengkirin û sînordar kirin.”   Serokê Giştî yê Komeleya Çand a Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan, Serokê Giştî yê Federasyona Bektaşê Elewî Muslum Metîn, Serokê Giştî yê Komeleya Çand a Elewî Dogan Demîr, Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewî Celal Firat, Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû, Sekreterê Rêxistinbûyîna Federasyona Bektaşê Elewî Zeynel Odabaş û Parlemenerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Zeynel Dogan ji bo ku hin hevdîtina bikin, hatin Amedê û Mala Çand û Cem a Pîr Sûltan Abdal ziyaret kirin.   KAPLAN: JI BER KU EDALET TUNEYE TECRÎD HEYE   Şandeya Elewiyan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 167 rojin li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye jî, ziyaret kir. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari bi şandeyê re çûn serdana Guven.   Şandeyê piştî serdana Guven daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan, daxuyanî da û wiha got: “Bi armanca piştgiriyê me ev serdan pêk anî. Leyla Guven bi moral bû. Komeleya Çand a Elewî xwest hevdîtinê bi Wezareta Dadê re bike. Ewlekariya canê girtiyan û mafê jiyana girtiyan dibin kontrola dewletê deye. Divê hevdîtina tu girtiyên siyasî neyin astengkirin û sînordar kirin. Hiqûq vê dibêjin. Li cihekê ku edalet lê tunebe, girtiyên siyasî tên tecrîdkirin. Ev bêhiqûqiye.”    KÛLÛ: QANÛNA YEK ZILAMÎ TÊ BI CIH ANÎN   Hevserokê DAD’ê Mûsa Kûlû jî, diyar kir ku hiqûq li welat ji holê hatiye kirin û qanûna yek zilamî tê bi cih anîn.   DEMÎR: EM NE ALÎGIRÊN MIRINA MIROVANE    Serokê Giştî yê Komeleya Elewiyan Dogan Demîr jî, anî ziman ku jiyan pîroze û wiha bilêv kir: “Berî her tiştî em alîkariyê mirovahiyê ne. Em ne alîgirê mirina mirovane. Berî ku mirov jiyana xwe ji dest bidin divê gav bên avêtin.”   DOGAN: QIBLEGEHA ME MIROVIN   Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Dogan jî, da zanîn ku Leyla Guven moral da wan û wiha axivî: “Baweriya Elewitiyê bi pîroziya mirovan tê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan bê mafiye. Jiyan pîroze û qiblegeha me jî mirovin.”   Şendeyê dûre Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir.