Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn 2019-04-23 14:06:47   STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, damezrînerê DÎSK’ê Kemal Turkler, li ser gora wî bi bîr anîn. Hevseroka Bajêr Esengul Demîr di bîranên de axivî û ji bo şikandina tecrîdê bang li hemû kesan kir ku di 1'ê Gulanê de li qadan bin.    Rêxistina Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê damezrîner û serokê giştî yê ewilî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK) Kemal Turkler, li ser gora wî ya li Goristana Topkapi bi bîranîn. Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta "Em ê kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de hatine qetilkirin ji bîr  nekin" hat vekirin    'RÊBEREKÊ BIRYARDAR Ê CÎNA KARKERAN BÛ'   Endamê Meclîsa HDP'ê Halît Erdem di bîranînê de axivî û wiha got: "Rêberekê biryardar ê cîna karkeran bû. Ji bo bîranîna Turkler û bi bîrxistina têkoşîna wî em hatin ser gora wî. Turkler pêşengê têkoşîna mafdar a grevên karkeran bû."   LI DIJÎ TECRÎDÊ BANGA TEVLÎBÛNA 1'Ê GULANÊ    Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr jî di bîranînê de axivî û ji bo şikandina tecrîdê banga tevlîbûna 1'ê Gulanê kir.