Rewşa 2 girtiyan nebaş bûye 2019-04-23 13:43:54   EDENE – Mazhar Guler ê 54 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku rewşa du hevalên wî yên di çalakiyê de giran bûye.    Tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran a girtiyan li dijî tecrîdê didome. Yek ji van girtiyên di çalakiyê de Mazhar Guler ê 54 roj in li GirtîgehaTîpa F a Kurkçulera Edeneyê dimîne bi rêya malbata xwe ji bo raya giştî peyam şand.    Guler diyar kir ku her çiqas zextên derûnî li ser wan bê kirin jî dê biryardarî çalakiya xwe dewam bikin.    Peyama Guler wiha ye:    "Em 15 heval di greva birçîbûnê de ne. Înan Akin ê 3 meh in di greva birçîbûnê de ye û Harun Kaya ê 54 roj in di greva birçîbûnê de rewşa wan gihîştiye astek xeterdar. Vîtamînan têr nadin me. Ji ber girtiyên FETO û DAIŞ’î di heman korîdorê de ne em nikarin derkevin hevdîtinên vekirî. Gardiyan her roj 3 caran bi şîşan li deriyan didin. Bi vî awayî zextên derûnî li ser me dikin. Heta tecrîd neyê rakirin dê çalakiya me dewam bike. Heta daxwaza me were cih wê berxwedana me berdewam bike.”