Ji ber êrîşan dev ji dibistanê berda 2017-11-14 09:36:10   AMED - M. Seçkîn, wwişka Rojhat Seçkînê HPG'î yê li Mûglayê jiyana xwe ji dest da, li Zanîngeha Erzînganê ji ber êrîşên ku bi wan re rû bi rû ma dev ji dibistanê berda.    M. Seçkîn, xwişka Rojhat Seçkînê HPG'î yê di 5'ê Cotmehê de tevî 5 HPG'yiyên ku hat îdiakirin hatine jehîrkirin û jiyana xwe ji dest dane, ji ber êrîşên ku bi wan re rû bi rû ma ji neçarî dev ji dibistanê berda. Seçkîn ku xwendekara Beşa Hunerên Mîmarî û Dekoratîfê ya Dibistana Bilind a Kemaliyeyê ya Zanîngeha Erzînganê ye, dema piştî şînê çû dibistanê bi êrîşên nîjadperest re rû bi rû ma. Rêveberiya dibistanê der barê Seçkîna ku li korîdorên dibistanê û xwaringeha wê tim dihat tehdîtkirin lêpirsîn da destpêkirin. Seçkîn ji ber ewlehiya xwe neçar maye dev ji dibsitanê berde û û hat zanîn ku der barê 7 hevalên wê yên tevlî merasîma cenaze bûne de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.