Li Wanê çalakiya grevê koma 5'emîn dewr girt 2019-04-23 13:09:25 WAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya xizmên girtiyan ku ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe yên girtî yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê dene, dest pê kirin ji aliyê koma 5'emîn ve dewr hat girtin.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 167'emîn de berdewam dike. Bi armanca piştevaniya bi çalakiya Leylayê re û li dijî tecrîdê girtiyên ku li girtîgehê çalakiya grevê dan destpêkirin jî çalakiya wan berdewam e. Xizmên girtiyan ên Wanê jî bi armanca piştevaniyê bidin xizmên xwe yên girt çalakiya grevê dan destpêkirin. Çalakiya xizmên girtiyan îro ji aliyê koma 5'emîn ve dewr hat girtin. Çalakiya li Avahiya HDP'ê ya Wanê bi eleqeyek mezin berdewam dike.     Çalakger Rojbîn Akdag ku çalakî dewrî koma 5'emîn kir wiha got: "Terîd tenê ne li ser  Abdullah Ocalan li ser tevahiya Gelê Kurd tê meşandin. Em jî ji bo ji çalakiya tê kirin re bibin piştgir me dest bi çalakiyê kir. Ji bo agahiyên nebaş neyên guhê me divê tecrîd bi dawî bibe."   Seyfetîn Ertaş ê ku çalakî dewer girt jî wiha got: "Ji bo ku em ji xwişk û birayên xwe yên girtî û ji Leyla Guven re bibin piştgir me çalakiya grevê ji koma 4'emîn dewer girt.  Me ev çalakî bi armanca ku tecrîd bê rakirin dewer girt. Armanca me ku em tecrîdê rakin. Tecrîd tenê ne li ser Abdullah Ocalan, Leyla  guenv û girtiyan tê meşandin.  Ev tecrîd li ser tevahiya Gelê Kurd tê meşandin. "