Ji bo xwarin û çerezê wezîrên AKP’î milyonek û 588 TL hat xerckirin 2019-04-23 13:07:57 MÊRDÎN – Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Mêrdînê Mustafa Yaman ku di heman demê de waliyê Mêrdînê ye di nava 3 mehên dawî de ji bo hatina “pêşwazîkirina” wezîrên AKP’î milyonek û 588 TL pere xerc kir.  Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de ket destê rêveberiya HDP’ê çend roj berê deynê qeyûm-waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ku bi ser milyonek pere xerc kiriye bi raya giştî re parve kiribû.    Li gel deynên giran ên qeyûm di nava 3 mehên dawî da xerckirinên ji nivîsgeha taybet a şaredariyê ku kirine jî hat eşkerekirin. Derket holê ku qeyûm di pêvajoya hilbijartina xwecihî de ji bo hatina pêşwazîkirina wezîrên AKP’î milyonek û 588 TL pere xerc kiriye.    HEQÊ ÇEREZÊN 3 MEHAN 164 HEZAR 550 TL YE   Pereyê ku ji çerez û qahwê hatiye veqetandin balê dikişîne ser xwe. Rêveberiya qeyûm di meha çile de 34 hezar û 550 TL, di meha sibatê de 73 û 900 TL û dî meha adarê de jî 56 hezar û 100 TL bi giştî 164 û 550 TL ji bo çerez û qahwê xerc kiriye.    HEQÊ XWARINA DU WEZÎRAN 316 HEZAR TL YE   Her wiha rêveberiya qeyûm a şaredariyê ji bo hatina pêşwazîkirina AKP’iyan jî pereyek zêde xerc kiriye. Li gorî vê yekê di 27’ê çile de ji bo hatina Wezîrê Parastina Millî Hulusî Akar a Mêrdînê ji butçeya şaredariyê bi 40 û 500 TL wesayît hatine kirêkirin û xerckirin. Di 22’ê sibatê de jî ji bo Akar 147 hezar TL pere xerc kirin. Tê gotin vî pereyî ji bo xwarina Akar û yên pêre xerc kirine.    Her wiha di 12’ê adarê de ji bo hatina Wezîrê Ciwan û Werzîşê Mehmet Muharrem Kasapoglu û yên pê re jî ku hatine Mêrdînê li ser xwarin û lêçûyînên wan 169 hezar TL hatiye xerckirin.    JI BO AKP’IYAN 608 Û 750 TL HAT XERCKIRIN    Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu di 19’ê çile de çûye Mêrdînê. Ji bo hatina Soylu di bin navê “xizmetê” de ji butçeya şaredariyê 247 hezar TL pere hatiye xerckirin.    Ji bo hatina Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Haluk Haluk Dursun ê di 19’ê sibatê de çû Mêrdînê 121 hezar û 270 TL pere hatiye xerkirin.    Ji bo Parlamenterê AKP’ê yê Qersê Ahmet Arslan ê di 18’ê sibatê de çûye Mêrdînê ji butçeya şaredariyê di bin navê “xizmetê” de 107 û 900 TL pere hatiye xerckirin.    Parlamenterê AKP’ê yê Mereşê Mahîr Unal jî di 12’ê Çile de ji bo xebatên hilbijartinê çûye Mêrdînê û ji bo wî jî 132 hezar û 580 TL pere hatiye xerckirin.    HEQÊ XWARINA KEYAYAN JÎ JI ŞAREDARIYÊ DANE    Qeyûm û walî Mustafa Yaman li Mêrdînê bi keyayên herêma Mêrdînê re civîn li dar xistibû. Ji bo xwarina civîna keyayan ji butçeya şaredariyê 150 û 800 TL pere hat xerckirin.  Di çarçoveya xebatên “Rojên Civaka Sivîl” de 307 û 540 TL pere hatiye xerckirin.