Ji bo ‘îcraetên’ qeyûmê Cizîrê Komîsyona lêkolînê daxwaz kir 2019-04-23 12:54:14   ŞIRNEX - Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, ji bo îcraetên qeyûmê Şaredariya Cizîrê kir bin 220 mîlyon TL deyn de lêkolîn bike, xwest Komîsyona Lêkolîna Meclîsê bê avakirin. kirina   Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Nûran Îmîr, ji Serokatiya Meclîsê xwest ku Komîsyonekê Lêkolînê ya ji bo îcraetên qeyûmê tayînê Şaredariya Navçeye Cizîrê hat kirin, lêkolîn bike, bê avakirin.    Îmîr, di pêşniyarnameya pêşkêş kir de, bal kişand ser 220 mîlyon TL deynê şaredariyê yên di dema qeyûm de hatiye kirin û gelek neguhêzbarên şaredariyê yên hatin dewrkirin û xwest Komîsyonekk Lêkolînê bi avakirin.