Li Êlihê polîsan mudaxeleyî çalakiya malbatan kir: Herî kêm 20 kes hatin binçavkirin 2019-04-23 12:36:17   ÊLIH – Malbatên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Êlihê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Polîsan mudaxeleyê çalakiyê kir û herî kêm 20 kes binçav kirin.    Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne xwetin li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê daxuyanî bidin çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li dar bixin. Polîsên li derdora girtîgehê tedbîr girtin mudaxeleyî çalakiya malbatan kirin. Di mudaxeleyê de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.    Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî destekê da xizmên girtiyan. Başaran bi sedema polîsan wan dorpêç kiriye bi amirê polîsan re hevdîtin. Polîsan got ew ê bi tu awayî destûr nedin çalakiyê û xwest malbat belav bibin.    Başaran da zanîn ku daxuyaniya çapemeniyê mafek makeqanûnî ye û dilê dayikan dişewite û grevên birçîbûnê ji bo her kesî ye. Di vê kêliyê de amirê polîsan qîr kir û got: "Hûn ne ji bo min dikin."    Malbat belav nebûn. Polîsan mudaxele kir. Di mudaxeleyê de Dayikên Aştiyê û xizmên windayan di nav de Hîdayet Tiryakî, Şukran Sîncar, Mîsal Tosun, Sultan Azboy, Sabîha Ekîncî, Sedef Ozdemîr, Suphiye Dogan, Emîne Ugur, Kasîde Levent, Nurhan Zeyrek, Hamîde Buyukto, Fatîme Yigîtalp, Vasîfe Bal, Saadet û Nisbet ên paşnavê wan nehatin hîn bûn hatîn binçavkirin.    LAÇIKÊN WAN KETIN    Ji ji ber tundiya polîsan laçikên sipî yên dayikan ji serê wan de ketin. Dayikan bertek nîşanî polîsan da gotin: "Ev zilm e hûn li me dikin. Em aştiyê dixwazin."