Wisan temaşeyî 23’yê Nîsanê kir 2019-04-23 12:35:35   ÊLIH - Li Êlihê, 23’yê Nîsanê di dorpêça polîsan de hat pîrozkirin. Zarokekê ku kaxiz kom dikirin, li ser hêsinê ereboka destan a tiştên avêtî tê de kom dikir rûniş û li pîrozbahiya 23’yê Nîsanê temaşe kir.      Pîrozbahiya 23’yê Nîsanê ya ji aliyê Miduriyeta Perwerdê ya Mîlî ya Êlihê ve hat amadekirin, li Parka Atatûrk a Bûlvara Tûrgût Ozal hat lidarxistin. Waliyê Êlihê Hûlûsî Şahîn, Midûrê Perwerda Mîlî Mahmût Kûrtaran, fermandar û xwendekara beşdarî pîrozbahiyê bûn. 23’yê Nîsanê di dorpêça polîsan de hat pîrozkirin. Zarokekê ku kaxiz kom dikirin ê ji derveyî dorpêça polîsan ma bû, li ser hêsinê ereboka destan a tiştên avêtî tê de kom dikir rûniş û li pîrozbahiya 23’yê Nîsanê temaşe kir. Temaşe kirina zarokê kaxiz kom dikir hem balkêş bû û hem jî rastiya heyî ya Tirkiyeyê danî holê.