Turkdogan: Em têkildarî çareseriya pirsgirêkê bi AKP’ê re axivîn 2019-04-23 10:52:31 ENQERE – Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan têkildarî hevdîtina li gel partiyên siyasî yên li Meclîsê ne kirin axivî û got ew bi AKP’ê re li ser çareseriya meseleyê axivîne.   Endamên Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê duh bi rayedarên partiyên siyasî yên li Meclîsê ne re têkildarî grevên birçîbûnê hevdîtin pêk anîbûn. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) Ozturk Turkdogan ê di ku di nava heyeta hevdîtinê de cih girt têkildarî hevdîtinan ji ajansa me re axivî. Turkdogan da zanîn ku ew bi nûnerên CHP, HDP, AKP û Partiya Saadetê re hevdîtin kirine û rapora derbarê grevên birçîbûnê de amade kirine dane hemû partiyan.    HEVDÎTINA LI GEL CHP’Ê: EM WEK PARTÎ BI MIJARÊ VE ELEQEDAR DIBIN    Turkdogan anî ziman ku bi Wekîlê Serokê Koma CHP’ê Engîn Ozkoç re nîv saet hevdîtin pêk anîne û got: “Di hevdîtinê de hat gotin dema li Destya Giştî ya Meclîsê axivîne behsa mijara tecrîdê kirine. Lê me jî got têrê nake û divê betirîn mijara grevên birçîbûnê û tecrîdê bê axaftin. Bi taybetî me rewşa Leyla Guven û sê parlamenterên din vegot û me got divê bêtirîn bi vê mijarê de eleqedar bibin. Wî jî got pirsigrêkên bi vî awayî bi hêzên demokrasiyê re dikare were çareserkirin. Got ew wek partî haya wan ji vê mijarê heye. Me jî got ku em bêtir li benda eleqeya we ne.”    HEVDÎTINA LI GEL HDP’Ê: EM ZÊDETIR DIKARIN ÇI BIKIN    Turkdogan anî ziman ku piştî CHP’ê bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û Amirê Îdariya Meclîsê yê HDP’ê Mahmut Togrul re hevdîtin pêk anîne û wiha got: “Em bêtir di civîna bi HDP’ê re ‘em dikarin çi û çawa bikin’ axivîn. Me diyar kir ku asta ku çalakî gihîştinê gellek cidî ye. Me got divê muameleya li dijî dayikan bi dawî bibe. Çimkî ev pêkanînek îşkenceyê ye. Me nêrînên xwe yên ku dikaribin betir îktîdara siyasî qanih bikin anî ziman.”    HEVDÎTINA LI GEL AKP’Ê: DIVÊ ÊDÎ MESELE WERE ÇARESERKIRIN    Turkdogan destnîşan kir ku wan bi Wekîlê Serokê Koma AKP’ê Nacî Bostanci re hevdîtin pêk anîne û têkildarî hevdîtinê wiha got: “Birêz Nacî behsa têiliya siyaset û hiqûqê kir lê got divê ev mesele di her hal û karî de were çserserkirin. Ji me re da zanîn ku ev mijar dikare bi bingehên hiqûqî were çareserkirin. Ji me re anî ziman ku nêrîna ji me girtiye û dosyeya ji me teslîm girtiye dê ji Wezareta Dadê û Birêz Serokkomar re ragihîne. Di vê mijarê de min birêz Nacî samîmî dît. Me nêrînên xwe yên êdî hilbijartin xelas bûye û êdî divê ev mesele were çareserkirin jê re vegot. Me pêkanînên polîsan ên li dijî dayikan û civakê ji rê vegot. Ji ber vê yekê jî divê partiya wan berê xwe bide yekîneyên ewlehiyê û divê lêkolîn bike. Hêj rêya diyalogê vekiriye. Derfetên dan û sitendinan hêj heye. Em dikarin pirsgirêkên xwe ji hev re ragihînin.”    SP: ÇI DESTÊ ME WERE EM Ê BIKIN    Turkdogan diyar kir ku wan hevdîtina xwe ya dawî li gel Wekîlê Partiya Saaddetê yê Konyayê Abdulkadîr Karaduman pêk anîne û dosyey raporê radestî wî kirine. Turkdogan got Karaduman jî ji wan re gotiye ku dê raporê radestî serokê wan giştî bike û di mijara grevên birçîbûnê de çi ji destê wan were dê bikin.    MA / Dîren Yurtsever