Alav û mala wî ya kerpîç ji ber barîna zêde zirar dîtin 2019-04-23 09:26:32 ŞIRNEX - Alav û mala kerpîç a Tayyîp Ugur ê li Şirnexê dijî, ji ber barîna zêde ya çend rojên dawî zirarek mezin dîtin. Ugur diyar kir ku çayfiroşiyê dike û got: “Bi zorê debara xwe dikim. Ez tenê dixwazim ji bo zarokên xwe malekê ku serbanê wê naherike çêbikim.” Malbata 2 zarokên wan heyî ya li taxa Şehrînûh a navenda Şirnexê dijî, hemû alav û mala wan kerpîç ji ber barana zêde ya di rojên borî de bariya zirarek mezin dîtin û nayin bi kar anîn. Malbat, ji necarî di mala kerpîç a dîwarên wê hêwîbûyî û serbanê wê bi textik û naylonan girtî de dijî. Bavê 2 zarokan Tayyîp Ûgûr ê 35 salî, diyar kir ku debara xwe bi çayfiroşiyê dike, ji sedî 40 astengdare û nexweşiya bêhntengiyê pê re heye.    ‘JI HEMÛ CIHÊN MALÊ EV DIKEVE HÛNDIR’   Mala ku ji du odeyan û mitfeqekê pêk tê, tûwalet û serşoya wê di hûndirê mitfeqê dene. 2 zarokên mlabata Ûgûr ên 6 û 9 salî hene. Di heman demê xwişka Tayyîp Ûgûr a 17 salî jî bi malbatê re dimîne. Ûgûr, diyar kir ku ji ber barîna zêde ya di rojên borî de hemû alavên wan şil bûne û wiha axivî: “Ji hmeû cihên mala me av dikeve hûndirê xanî. Em nizanin emê çi bikin.   ‘QEYÛM JI 11 CIHAN QEWIRAND’   Ûgûr, anî ziman ku berî qedexeyên derketina derve yên li navenda Şirnexê pêlav boyax dikirin û got: “Min wê demê debara xwe bi vî karî dikir. Di dema qedexeya derketina derve de ez ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kirin. Li ser vê yekê min dikanek biçûk ji xwe re vekir. Min bi firotina çayê debara xwe dikir. Min 11 cih ji bo xwe vekirin, lê her tim qeyûm ez ji wê derê qewirandim. Qeyûm her tim bi hincetekê cuda ez ji cihên min vekirin derxistim. Niha ez li cihekê çay difiroşim.”   ‘TENÊ DIXWAZIM MALEKÊ JI ZAROKÊN XWE ÇÊBIKIM’   Ûgûr, da zanîn ku wî çend caran serî li ÎŞ,KUR’ê da, lê tu encam bi dest nexwist û wiha got: “Bi pereyê ez qezenc dikim, tenê me zikê xwe tije dikin. Mala me kerpîçe. Ew aboriya min jî, nîne ku xirab bikim û ji nû de çêbikim. Cuda cihekê min ê din nîne ku biçim wir. Kurê min ê diçe dibistana seretayî, bi nexweşiya çolyake. Ez neçarim ku 3 mehan carekê kurê xwe bibim Nexweşxaneya Balcali ya Zanîngeha Edeneyê. Tekane xeyalê min ewe ku ez ji bo zarokên xwe xaniyekê ku serbanê wê na herike çêbikim. Ez banga hestiyariyê rayedaran dikim. Mala me ne di wê rewşê deye ku em têde bimînin. Bila hemû kes rewşa me bibîne. Ez nikarim bixebitim. Pereyê qezenc dikim ne muşeyk asgeriye jî. Zarokên min perîşan bûne û rewşa me pir xerabe.”   MA / Bêrîvan Altan