‘Bi grevên birçîbûnê bang li edaletê dikin' 2019-04-23 09:17:00 DERSIM – Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Dersimê, diyar kirin ku girtî bi çalakiya greva birçîbûnê bang li edaletê dikin û xwestin rojek berî rojekê hikûmet gavina bavêje.  Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Dersimê bang li hikûmetê kirin ku ji bo daxwaza girtiyan gavina bavêje.    Hevseroka HDP'a Dersimê Ozlem Toprak, bi bîr xist ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û got: "Daxwaza girtiyan daxwazeke xwezayî û hiqûqî ye. Tecrîd, sûc e. Feraseta ku bi jopan li dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de dixe, niha êrîşî pêşengên muxalefeta sereke dike. Ev êrîş û hewldanên lînckirinê girêdayî hev in û têkiliya wê bi tecrîdê re jî heye." Toprak, xwest daxwaza girtiyan bê qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe.    SOLMAZ: BILA DAXWAZ BÊ QEBÛLKIRIN    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dersimê Gurbuz Solmaz jî, destnîşan kir ku daxwaza girtiyan bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Solmaz, diyar kir ku tecrîd îşkence û zilm e û bang li Wezîrê Dadê û Serokomar kir ku gavina bavêjin û daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.    KULU: LEYLA BANG LI EDALETÊ DIKE    Hevserokê Giştî yê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû jî bal kişand ser bêdengiya civakê û got, sedema vê yekê jî rejîma yekzilamî ye. Kûlû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di şexsê Leyla Guven de çalakgerên çalakiyên greva birçîbûnê bang li edaletê dikin û îsyaneke li dijî pêkanînên dermirovî ye. Kûlû got: "Li tu deverî tecrîd nayê qebûlkirin. Divê daxwaza Leylayê daxwaza me hemûyan be û eger em nebin dengê Leylayê ev bêdengî jî dibe berdewamiya bîatkirinê. Daxwaza Leylayê daxwaza me ye jî."    ÇETÎN: DAXWAZA WAN DAXWAZEKE HIQÛQÎ YE    Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn jî û destnîşan kir ku çalakiyên greva birçîbûnê daxwazake hiqûqî ye û got: "Daxwaz zelal e. Di qanûnên Tirkiyeyê de aşkere ye ku mafê girtiyan e ku hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re çêbikin. Ev daxwazeke hiqûqî ye. Em Baroya Amedê mafê jiyanê diparêzin. Grevên birçîbûnê niha di asteke krîtîkd e ne. Jiyana mirovan ji her tiştî biqîmetir e. Em bang li hikûmetê û Wezîrê Dadê dikin. Divê rojek berî rojekê gavina bavêjin."    DÊ 65 BARO BIÇIN EWROPAYÊ    Çetîn, diyar kir ku di navbera 23-26'ê Gulanê de wê 65 serokên baroyan biçin Strazbûrgê û ew ê hevdîtinê bi endamên Konseya Ewropayê re çêbikin û wê daxwaza baroyên herêmê grevênb irçîbûnê û daxwaza girtiya be.    MA / Semra Turan