Girtiyê 120 roj in di greva birçîbûnê de ye, êdî ji sedî 80 çavên wî nabînin 2019-04-23 09:15:35   ÊLIH – Serdar Şahîn ku 120 roj in di greva birçîbûnê de ye, êdî ji sedî 80 çavên wî nabînin. Bavê wî Mehmet Emîn Şahîn, bang li her kesî kir û got: "Roj ne roja sekinandinê ye."    Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin. Ji girtiyên di greva birçîbûnê de yek jê jî li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê Serdar Şahîn e. Şahîn ku 120 roj in di greva birçîbûnê de ye, niha ji 80 çavên wî hew dibînin. Bavê wî Mehmet Emîn Şahîn, diyar kir ku her diçe rewşa kurê wî xirabtir dibe.    Bav Şahîn, destnîşan kir ku her ku telefon lê dikeve ziravê wan tê ber devê wan û xwest rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe û got: "Roj ne roja sekinandinê ye. Eger em naxwazin li ser darbestan zêmaran bilewbînin em guh bidin dengê zarokên me û dengê wan ragihînin."    Bav Şahîn, bang li Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû "Divê em 82 milyon bi hev re ji bo tifaqa Tirkiyeyê tev bigerin" kir û got: "Eger hûn samîmî bin, nexwe guh bidin vî dengî."