Bijîşk girtiyên di greva birçîbûnê de kontrol nakin 2019-04-23 09:14:04 STENBOL - Gûrbet Ozturk ku 88 roj in li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku her diçe rewşa wan xirabtir dibe û bijîşk wan kontrol nakin û got: "Dengê me bibihîsin, bidin bihîstin da her kes hay jê hebe."  Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin. Ji girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne yek jê jî Gûrbet Ozturk e. Ozturk, li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê ji 26'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Xwişka wê Emîne Bozkûrt, der barê tenduristiya xwişka xwe û girtiyên din de agahî parve kirin.    'REWŞA WAN XIRAB E'    Bozkûrt, anî ziman ku rewşa girtiyên li cem xwişka wê her diçe xirabtir dibe û got: "Niha rewşa xwişka min jî qet nebaş e. Got, êdî est û piyên wê bêhal in. Hevalên wê jî pir zihîf bûne. Got, êdî Hacîre Çay kesî nas nake û her diçe rewşa wê xirabtir dibe. Di malbata me de nexwşîna dil genetîk e. Xwişka min jî bi vê nexweşînê ye. Greva birçîbûnê zorê dide nexweşîna wê." Bozkûrt, anî ziman ku xwişka wê gotiye, 5-6 hefte ye bijîşk wan kontrol nakin û got: "Niha kîloyên wê daketiye bin 40'î."   Bozkûrt, anî ziman ku xwişka wê gotiye heta tecrîd neyê helkirin ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin û got: "Bang li Erdogan, Wezareta Dadê û her kesî dikim. Eger wijdanê we hebe vê meseleyê hel bikin. Dev ji polîtîkayên xwe yên çewsîner berdin. Bang li tevahiya cîhanê jî dikim; em edaletê dixwazin, em aştiyê dixwazin hûn çima bêdeng in? Bêdeng nemînin. Pêkanînên hikûmeta AKP'ê bibînin. Çalakiya greva birçîbûnê mafeke e, daxwazeke mirovî ye. Divê rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe û daxwaza wan bê qebûlkirin."    ‘BILA HER KES DENGÊ ME BIBIHÎSE'    Bozkûrt, bilêv kir ku xwişka wê gotiye: "Di warê fizikî de bedena min û hevalên min texrîb bûye. Divê kes bêdeng nemîne. Dengê me bibihîsin, bidin bihîstin da her kes hay jê hebe."