'Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe' 2019-04-23 09:12:37   EDENE – Safiye Bayna ku kurê wê Ahmet Bayna 54 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Ji bo aştî bê, divê tecrîd bi dawî bibe."    Li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne yek jê jî Ahmet Bayna yê 24 salî ye. Bayna, 54 roj in di greva birçîbûnê de ye.    Ahmet Bayna, cara ewil di sala 2007'an de di 12 saliya xwe de bi îdiaya "kevir avêtiye polîsan" hatiye girtin û 2 sal û nîvan li Girtîgeha Zarokan a Pozantiyê maye. Di sala 2011'an de careke din hatiye girtin  13 sal û 9 meh ceza lê hatiye birîn.    Dayika wî Safiye Bayna, diyar kir ku kurê wê gotiye: "Ji 1'ê Adarê ve em di greva birçîbûnê de ne. Moralê me baş e. Lê rewşa hevalên me yên koma ewil xirab e. Vîtamînan nadin. Em xwê, şekir û avê tev li hev dikin. Zext û zoriyeke dijwar li ser me heye, lê dîsa jî em ê dev ji çalakiya xwe bernedin."    Dayik Bayna, bilêv kir ku ew xwedî li çalakiya girtiyan derdikevin û ew ê heta ddawiyê li ber bidin. Bayna, bang kir û got: "Ji bo aştî bê, divê tecrîd bi dawî bibe."