Qeyûm pereyê amediyan beradayî xerc dike 2017-11-14 09:16:11 AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo çalakiya "Tehmên herêmî yên 81 bajaran li Amedê tên gel hev" ku li derveyî bajêr ava kir, milyonek veqetand. Di vê çalakiya ku dê 9 rojan bidome de gelek berên li ser dezgehan wek xwe man.  Li Amedê bi hevkariya Organîzasyona Vîzyonê û Şaredariya Bajarê Mezin ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, li Bûlwara Mahabadê çalakiya "Tehmên herêmî yên 81 bajaran li Amedê tên gel hev" li dar dixe. Çalakî di 10' Mijdarê de dest pê kir û wê heta 19'ê Mijdarê bidome. Li ser afîşên ku ji bo danasîna çalakiyê hatin derxistin logoya Walîtiya Amedê hebû, lê belê walîtiyê daxuyand ku tu eleqeya wan bi organîzasyonê tune ye.    MILYONEK HAT VEQETANDIN    Li ser vê daxuyaniyê, logoya walîtiyê bi meqesê hat jêkirin. Ji bo vê organîzasyona ku bi prianî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tê kirin, milyonek lîre hat veqetandin. Ev organîzasyona ku pereyê şaredariyê lê hat xerckirin, bala şêniyên bajêr nekişand. Ber dezgehan vala maye û firoşkar dibêjin ku texmîna wan ew e ku wê ev organîzasyon berî 19'ê Mijdarê bi dawî bibe. Her wiha gelek ber li ser dezgehan wek xwe man.