Ji bo greva birçîbûnê bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin 2019-04-22 16:17:01     ENQERE – Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê rapora derbarê grevên birçîbûnê de amade kirin radestî partiyên li Meclîsê ne kirin û gotîn grevên birçîbûnê gihîştine asta xeterdar.    Endamên Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê têkildarî grevên birçîbûnê bi komên HDP’ê û CHP’ê yên li Meclîsê ne ziyaret kir. Heyeta Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci û Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî di nav de bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û Wekîlê Serokê Koma CHP’ê Engîn Ozkoç re hevdîtin pêk anîn.    EWIL CHP’Ê ZIYARET KIRIN    Heyetê ewil bi Engîn Ozkoç ê CHP’î re hevdîtin pêk anî û rapora têkildarî greva birçîbûnê amade kiribûn pêşkêşî CHP’ê kirin.    Heyetê piştî CHP’ê bi HDP’ê re jî hevdîtin kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul heyetê pêşwazî kirin.    TEMELLÎ: ÊRÎŞA LI DIJÎ DAYIKAN REZELET E   Beriya hevdîtinê Temellî axivî û bertek nîşanî mudaxeleya polîsan li dijî endamên komîsyonê da. Temellî got: “Her roj parêzvanê mafên mirovan bi şidet û êrîşan re hevrû dimînin. Yên herî para giran ji vê digirin jî dayikên me ne. Bi taybetî dîmenên li Gebzeyê me hemûyan xemgîn kirin û bandorek neyînî li ser me kirin. Êrîşa li dijî dayikan navê wê rezalet e. Ev nayê qebûlkirin. Divê her kes di vê mijarê de hestiyar tevbigere.”    ‘JI BO MIRIN ÇÊNEBIN KETINE GREVA BIRÇÎBÛNÊ’    Temellî anî ziman ku îktîdar di polîtîkayên xwe yên şer de israr dike û got: “Daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê pirr zelal e û rewa ye. Divê wezaret div ê mijarê de demildest gav biavêje. Çalakiya greva birçîbûnê ji bo mirin pêk neyên dest pê kir û didome.”    ‘REWŞEK XETERDAR DEST PÊ KIRIYE’    Hevserokê İHD’ê Ozturk Turkdogan da zanîn ku wan daxwaz kiriye ku bi rayedarên Wezareta Dadê re hevdîtin pêk bînin û heta niha venegeriyan e wan. Turkdogan got rapora amade kirine dê radestî Wezareta Dadê jî bikin.  Turkdogan diyar kir ku pozîsyona ku Tirkiye gihîştiye veguheriye dewleta polîsan û divê her kes vê yekê ferq bike. Turkdogan got ew bi grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan re bi rewşek pirr cidî re hevrû mane. Turkdogan anî ziman ku ew dixwazin tecrîdkirina Ocalan gavek berê gavekê bê rakirin.    DÊ BI AKP’Ê RE JÎ HEVDÎTIN BIKIN    Heyetê da zanîn ku ew ê bi rayedarên AKP’ê û Partiya Sadetê re hevdîtin bikin û hat zanîn ku Partiya ÎYÎ mazeret nîşanî hevdîtinê daye.