Girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi zekemê ketine 2019-04-22 15:26:29   ÎZMÎR – Hat zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Odemîşê di greva birçîbûnê de ne bi zekemê (şewbê) ketine.    Abdulazîz û Abdurrahîm Yilmaz ên birayê hev ku bi hev re li Girtîgeha Odemîşa Îzmîrê girtî ne li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Yilmaz ên birayê hev ji 1’ê Adarê ve di greve de ne û di 17’ê nîsanê de bi malbata xwe re hevdîtina girtî pêk anîn û binpêkirina mafên li ser xwe ragihandin.    Yilmaz ên birayên hev anîn ziman ku hin hevalên wan ên li girtîgehê bi zekemê ketine û ji ber girtî di greva birçîbûnê de ne tedawiyê red kirin e. Yilmaz ên birayên hev gotin nexweşîna zekemê her ku diçe li qawîşan belav dibe û lê çi dibe bila bibe heta ew tecrîdê neşkînin dê dest ji çalakiya xwe bernedin.