Taşdemîr: Em bang li her kesî dikin ku berxwedanê mezin bikin 2019-04-22 15:20:43 ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr derbarê rojevê de axivî û wiha got: "Di serî de jin em bang li her kesî dikin ku li greva birçîbûnê ya li dijî tecîrdê di pêşengiya Leyla Guven de hatiye destpêkirin xwedî derkevin û têkoşîna li dijî tecrîdê ku di pêşengiya dayikên girtiyan de hatiye destpêkirin mezin bikin."   Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî mijarên di rojevê de li avahiya Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Taşdemîr wiha got: " Di serî de jin em bang li her kesî dikin ku li greva birçîbûnê ya li dijî tecîrdê di pêşengiya Leyla Guven de hatiye destpêkirin xwedî derkevin û têkoşîna li dijî tecrîdê ku di pêşengiya dayikên girtiyan de hatiye destpêkirin mezin bikin."   'EM DI KESEYETIYA KÎBRIYE DE ROJA ROJNAMEGERIYA KURDÎ PÎROZ DIKIN'    Taşdemîr bi bîr xist ku îro 121'emîn Salvegera Rojnamegeriya Kurdî ye, kevneşopiya çapemeniya kurd li gel hemû zext û astengiyan bi têkoşînê henûna xwe berdewam dike û çapemeniya kurd di serî de jin dengê hemû kesên ku tên çewisandin û tune tên hesibandin e. Taşdemîr têkildarî rojnamegera girtî Kîbriye Evren a 129 roj in di greva birçîbûnê de ye jî wiha got: "Kîbriye evren hem ji bo têkoşîna jinê û hem jî ji bo têkoşîna rojnamegeriyê sembol e. Em di kesayeta Kîbriye Evren de Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz dikin, di serî de çapemeniya kurd em dixwazin ku zextên li ser tevahiya çapemeniyê bên rakirin. Em Kîbriye pîroz dikin piştevaniya xwe pê re radigihînin û hevlên me yên ku bedelên giran dan bi rêzdarî silav dikin."   'POLÎTÎKAYA REHÎNGIRTINÊ DEWAMA QIRKIRINA SIYASÎ YE'    Taşdemîr bal kişand ser daneşîna Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Careke din dadgehê biryara ku wê rehîn bigire da. Em dizanin ku ev biryar dijhiqûqî ne. Em polîtîkayên rehîn girtinê êrîşên dijhiqûqî yên qirkirina siyasî li dijî partiya me ne. Em ê jin têkoşîna Fîgenê bi israr bidomînin. Em dizanin ku dawiya vê israrê wê azadî û demokrasî be."