‘Li dijî dayikan sûc hatiye kirin’ 2019-04-22 14:58:07   NAVENDA NÛÇEYAN – Şaxên ÎHD’ê tundiya li dijî dayikên girtiyan a li Gebzeyê û Qoserê pêk hat şermezar kirin û gotin: “Polîsan li dijî dayikan sûc kiriye.”    Şaxên Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) yên Amed û Edeneyê şideta li dijî dayikên girtiyan ên li Gebzeyê û Qoserê bi civînên çapemeniyê şermezar kirin.    Şaxa ÎHD’ê ya Amedê li avahiya xwe daxuyanî da Endama Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Derya Yildirim grevên birçîbûnê yên gihîştine roja 166’emîn bi bîr xist û got carek din deng û qîrîna dayikan bi şidetê tê bêdengkirin. Yildirim got li Gebzeyê û Qoserê li dijî dayikan êrîş û şideta fîzîkî û derûnî pêk hatiye û got: “Bi copan li dayikan dan, çêr bi wan hatin kirin, heqaret hatin kirin û dest dirêjî dayikan kirine. Bi van kirinan li dijî dayikan sûc hatiye kirin.”    EDENE    Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê jî li avahiya xwe şideta li dijî dayikan şermezar kirin. Endama ÎHD’ê Baran Oner anî ziman ku hemû êş û zordestî û êrîş dayikên kurd dibîne û got: “Li Gebzeyê dayikan li dijî bêdengiyê çalakiyek aştiyane li dar xistiye. Lê li Qoser û Gebzeyê deng û qîrîna dayikan bi tundiyê hat bêdengkirin.”