Kiliçdaroglu: Êrîşek bi plangerî bû 2019-04-22 13:25:38 ENQERE – Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu têkildarî êrîşa li dijî xwe got êrîşek plangerî pêk hatiye.    Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu duh li gundê Akkuzulu yê navçeya Çubuka Enqereyê di merasîma cenazeyê esker de komekê êrîş birin ser. Kiliçdaroglu rojnamegeran li Navenda Giştî ya partiya xwe rojnamevenan qebûl kir û daxuyanî da. Kiliçdaroglu got: “Duh tiştek nexweş qewimî. Protest maf e, lêv tiştek cuda bû. Ev êrîşek lîncê ya organîzeyî bû li dijî min. Ez difikirim ku armanca wan ew bû CHP’ê daxînin kolanan. Êrîşek bi plangerî bû. Tedbîrên ewlehiyê kêm bûn. Midurê Emniyetê hat gel min tevî vê yekê jî derxistina me ya ji wê malê saetek û nîv dewam kir. Yên daran belav dikirin hebûn. Dîmenên wan li gel me hene. Xwediyên malê ditirsiyan ku mala wan bê şewitandin. Provokasyonek bû. Midurê emniyetê xwest min bi kamuflaj ji malê derxe min qebûl nekir. Min got ev çi ye qey ez sûcdar im?”