ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-14 09:00:12 *Weşanxaneyên beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê ya 36'emîn bûn, diyar kirin ku eleqeyeke zêde ji bo pirtûkên tekamûlê/peresanê hebûn û wiha gotin: "Em ji firotina pirtûkan jî dizanin ku li Tirkiyeyê civateke ku her diçe ji jiyana rojane, jiyana dibistanê û mufredata olî nerihet e heye."    *Zarokekî qirase ku li ser dikê bi zarokan re dicoşe, bi amûrên xwezayî ku ji ser sergoyan tên komkirin dengê herî xweş derdixe, bi zimanê kurdî diherike nav dilê mirov… Şêrko Kanîwar, Orkestraya Ritma Xwezayî, ruhê zorakan û bandora kujende ya qeyûman ji bo MA’yê vegot.    *Endamên Koma Duçerxeyan a Jinan a Amedê anîn ziman ku bikaranîna duçerxê tewrekî ekolojîst û aktivîst e û ev yek sekna azad a jina ye.    *Parlementerê HDP'ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş, dest nîşan kir ku tu îzahiyata tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan tune ye. Erdogmuş got ku wê bi rêwîtiyeke ji Enqereyê ber bi Îmraliyê gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê bên çareserkirin.    *Li gor daneyên rojanekirî yên Serokatiya Daîreya Komeleyan a girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ku di demên dawî de bi têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê pesnê xwe dide; derket holê ku hîn jî komeleyên ku navê wan bi rêxistibûyîna DAIŞ'ê re derket û di dosyeyên komkujiyan de cih digirin, bi awayekî fermî fealiyetên xwe didomînin.    *Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo çalakiya "Tehmên herêmî yên 81 bajaran li Amedê tên gel hev" ku li derveyî bajêr ava kir, milyonek veqetand. Di vê çalakiya ku dê 9 rojan bidome de gelek berên li ser dezgehan wek xwe man.    *Berdevka Surdurulebilir Yaşam Platformu (Platforma Jiyana Berdewamkirî) Esen Fatma Kabadayi li dijî RES'a di erdê wan de tê çêkirin dest bi têkoşînê kir, piştî bavê wê niha bi keça xwe Ela re têkoşînê dewam dike.   *Nerazîbûnên li dijî gotina Serokê AKP'ê Erdogan a "Li Tirkiye rêxistinên terorîst pir hasas in. Herî kêm 10-15 zarokan çê dikin" zêde dibin. Jinên mislimanên antîkapîtalîst diyar kirin ku di Qur'anê de jî ne zêdebûn, cewherî esas e û gotina Erdogan tê wateya ku kurdan terorîst îlan dike.    * Partiyen komên wan li meclîse hene dê civînên komên xwe pêk bînin.    * Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Amedê dê bi daxuyaniyekê çalakiya gireva birçîbûnê bi dawî bike. (13.00)   * Çalakiya Kolana Yukselê dê di roja 271'an de berdewam bike. (13.30-18.00)