Osman Sarigun ê kulm li Kiliçdaroglu xist hat binçavkirin 2019-04-22 11:32:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyar kirin ku Osman Sarigun ê di dema êrîşên li dijî Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû de kulm li Kiliçdaroglû xist hat binçavkirin û lêpirsîna îfadeyên 5 kesên dibin çavan de berdewam dikin.   Duh li navçeya Çûbûk a Enqerê, di merasîma cezayê eskerê de, êrîş li dijî Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû pêk hatibû û Serdozgeriya Komarê ya Enqerê lêpirsîn derbarê êrîşê de vekiribû.    Hat diyar kirin ku Osman Sarigun ê di dema êrîşê de kulm li rûyê Kiliçdaroglû xist hatin binçavkirin û lêpirsîn îfadeyên 5 kesên dibin çavan de jî berdewam dikin.