Walîtiya Wanê ferma ‘blokên betonê ne rakin’ da! 2019-04-22 10:57:41   WAN - Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez, di nivîsa ji şaredariyan re şand de, ferman da ku şaredarî de blokên betonê yên di dema qeyûman de hatin danin heya fermanek din ranekirin.   Walîtiya Wanê, ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, 13 şaredariyên navçe û qeymeqamtiyan nivîsek fermanê ya balkêş şand.  Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez di nivîsa xwe ya fermandê de, ji şaredariyan xwest ku blokên betonê yên di dema qeyûman de li derdorên şaredariyan hatibûn dayîn, ranekirin.