Leyla Guven di roja 166'an de li ber xwe dide 2019-04-22 09:26:33 AMED - Çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê  ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 166'an li ber xwe dide.      Têkoşîna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 166'an li mala xwe berdewam dike.     Li aliyê din li Hewlêrê berxwedana Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê kir di roja 153'an de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 127'an dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16'ê kanûna 2018'an ve da bû destpêkirin 128 roj in berdewam dike. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 52'an berdewam dike.     ÇALAKIYÊN LI DERVE JÎ DEWAM DIKIN    Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3'ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dan destpêkirin dewam dikin.  Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 106 roj, Gurbet Ektîren 98, Mahsun Şen 108 û Mûrat Aksin 39 roj ên li Dêrika Mêrdînê, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 106 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 55 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.  Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozezer ên hatin girtin û dîsa hatin berdan, niha li malê çalakiyên xwe berdewam dikin.    LI DIJÎ TECRÎDÊ  DAWÎ LI JIYANA XWE ANÎN    Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20'ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2'ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.