Navê Ugur Kaymaz dîsa li parkê hat kirin 2019-04-22 09:25:19 MÊRDÎN – Qeyûmê Şaredariya Dêrikê navê Ugur Kaymaz ji parkê biribû. Rêveberiya HDP’ê ya dîsa hat ser kar navê Ugur Kaymaz li parkê kir.  Şaredariya Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di sala 2006’an de navê Ugur Kaymaz ê bi bavê xwe re li Qosera Mêrdînê bi 13 guleyan hat kuştin li parkê kiribûn. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê kirin, navê Kaymaz jê hat birin. Qeyûm navê Sultan Kosen ê ji Dêrikê ku mirovê herî dirêj ê dinyayê ye li parkê kiribû. Piştî hilbijartina xwecihî rêveberiya HDP’ê ku hat ser kar, ji nûve navê Ugur Kaymaz li parkê kir. Tevî redkirina dengên endamên meclîsa şaradariyê yên AKP’î jî bi dengên endamên meclîsa HDP’ê biryar bi ser ket û nav hat guhertin. Di rojên pêş me de dê tabelaya “Parka Jiyanê ya Ugur Kaymaz” li parkê were daliqandin.    ‘ARMANCA ME EW E KU RÛXANDINA QEYÛM JI HOLÊ RAKIN’    Hevşaredar Mulkiye Esmez û Mehmet Şerîf Kiran ji ajansa me re axivîn. Hevşaredaran diyar kir ku di serdema qeyûm de navê nirxê gelê kurd Ugur Kaymaz jî para xwe girtiye û gotin: “Me li ser daxwaza gelê xwe dîsa navê parkê kir Ugur Kaymaz. Em bi vê yekê dixwazin ku talangeriya qeyûman ji holê rakin. Armanca me ne ew e ku em li dijî navê Sultan Kose ne. Helbet Sultan nirxek gelê Dêrikê ye. Armanca me ew e ku em rûxandina qeyûman ji holê rabikin. Dema cih were em ê navê wî jî li cihekî bikin. Ancak navê ewil ê Ugur Kaymaz mafê sereke ye li cihek were daliqandin. Em ê xwedî li nirxên gel derkevin.”   MA / Ahmet Kanbal