‘Ji me xurttir in’ 2019-04-22 09:22:42 DERSIM – Dayik Şerîfe Kiliç a hefteyek berê çû hevdîtina kurê xwe Bariş Kiliç ê di greva birçîbûnê de got: “Girtî ji me bi hêzttirin. Tecrîd mirin û zilm e.”  Çalakiya grevên birçîbûnê ya bi hezaran girtî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike. Yek ji van girtiyan jî Bariş Kiliç e. Malbatên girtiyan ji rewşa zarokên xwe bi fikar in. Yek ji van dayikan jî Şerîfe Kiliç (65) a li Dersimê dijî ye.    25 SAL IN GIRTÎ YE   Bariş Kiliç (43) di sala 1994’an de di pevçûnek li Dersimê de tê girtin û cezayê muebetê yê girankirî lê tê birîn. Kiliç 25 sal in li gellek girtîgehên Tirkiyeyê maye û salek berê sewqî Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F a Xarpêtê tê kirin. Kiliç 127 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Dayika Kiliç, Şerîfe Kiliç di 15’ê Nîsanê de hevdîtinê li gel kurê xwe kir. Dayik Kiliç got ji ber rewşa zarokên xwe ew fikar in.    ‘MORALÊ WAN XURT E’    Dayik Kiliç anî ziman ku gardiyan hemû muameleya xerab li hember girtiyan pêk tînin û nahêlin girtî silav jî bidin hev. Dayik Kiliç da zanîn ku moralê kurê wê û girtiyan gellek baş dîtiye û got: “Ew bi bawerin dê bigihîjin armanca xwe. Ev bawerî wan zindî û xurttir li ser piya digire. Barış gellek zeîf bûye. Dibe ku zeîf bûbe lê baweriya zindî ye. Min bi moralek baş pêşwazî kir. Vîtamînan baş nadin wan.”    ‘BI ŞEV Û ROJ JI AQILÊ MIN NAÇIN’    Dayik Kiliç destnîşan kir ku destê kurê xwe xistiye nav destên xwe û germ kiriye û wiha got: “Kurê min bi şev û roj ji aqilê min naçe. Tenê ne kurê min hemû girtî ji bîra min naçin. Ez wek dayikek bang dikim. Bila daxwaza zarokên me qebûl bikin û tecrîdê rakin. Tecrîd dimirîne. Tecrîd mirin e û zilm e. Daxwaza wan daxwaza me ye.”    MA / Semra Turan