Murat Turk: Çavên hevalên me kor bûne, çavikek me jî bimîne em ê li ber xwe bidin 2019-04-22 09:22:05 NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar Murat Turk ê 53 roj in di greva birçîbûnê de ye got: “Hevalên me yên çavê wan kor bûne hene. Çavikek me jî bimîne heta tecrîd bê şikandin dê ev çalakiyên me dewam bikin.”  Nivîskarê pirtûkên “Dema dendureşkan” û “Dijminê Li Pirê (Koprudekî Duşman) Murat Turk jî ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Turk ê bi malbata xwe re bi telefonê hevdîtin kir bang li raya giştî ya bi wîjdan kir.    Turk da zanîn ku Ugur Çîçek, Mehmet Kaplan û Serhat Guzel 118 roj in di greva birçîbûnê de ne û ew û 24 girtî jî 53 roj in di greva birçîbûnê de ne û got: “Hevalên me yên çavê wan kor bûne hene. Çavikek me jî bimîne heta tecrîd bê şikandin dê ev çalakiyên me dewam bikin.”   ‘ÇALAKIYÊ WEK TEVGEREK XWE REXNEKIRINÊ DEST PÊ KIR’    Peyama Turk a ji bo raya giştî wiha ye: “Grevên birçîbûnê ji zûve rewşa xeterdar derbas kiriye. Vê çalakiyê wek tevgerek xwe rexnekirinê dest pê kir. Ev çalakî li dijî tecrîdkirian Rêberê me ye.    Teqez divê ev tecrîd bê şikandin. Çimkî di dinyayê de qanûnên herî faşîst û qanûnên herî giran jî dewlet pêk naynin. Ji bo pêkanîna van qanûnan divê civak jî bikeve tevgerê.    Bi taybetî rewşa 3 hevalên me gellek giran e. Vedireşin, hişê wan diçe, her deverê wan diêşe, krampên mîdeyê, nikarin rakevin. Bêhn û deng wan aciz dike.    Kêlî bi kêlî ev hevalên me dihelin û ber bi şehadete ve diçin. Armanca hevalên me tenê ew e ku civak bikeve nava aramiyê û aştî û biratî pêk were. Jixwe şikandina tecrîdê dê vê yekê pêk bîne.    BI RUHÊ 14’Ê TÎRMEHÊL I BER XWE DIDIN’    Heke tecrîd bê şikandin dê gelên Anatoliyê û Mezopotaymayê derbasî qonaxek din a têkoşînê bibin. Wê ev jî şertên azadiyê derxin holê. Amanca hevalên me ev e. Moral û maneviyat di asta herî jor de ye. Adeta bi ruhê Mazlum, Kemal, Xeyrî yê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin. Nifşek berxwedêr derket holê. Wek mîsogeriya têkoşîna azadiya siberojê derketin holê. Bi hezaran nifş berxwedanê radixin ber çavan.    Hevala Leyla Guven pêşenga çalakiyê ye. Hem li derve hem li hundir bi hezaran hevalên dan pey wê li ber çavên me dihelin.    DIVÊ DAYIKÊN ME BI TENÊ NEYÊN HIŞTIN   Me çend dîmenên dayikên li Gebzeyê di televizyonê de dît. Faşîzmek giran heye. Faşîzma herî giran îro xwe dide nîşandan. Ev dayikên me divê bi tenê neyên hiştin. Divê her kesê xwedî wîjdan li cem dayikan cih bigire.”