‘Ne tenê di sindoqê de divê em ji bo greva birçîbûnê jî mil bidin milên hev' 2019-04-22 09:21:15 STENBOL – Parlamenter û rêveberên HDP’ê bertek nîşanî êrîşa polîsan a li dijî dayikan ku li Gebzeyê pêk hat dan û gotin: “Yên ku di sindoqan de mil dan milên hev, neçarin di greva birçîbûnê de jî mil bidin milên hev.”  Parlementerên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Musa Pîroglu û Hevserokê Rêxistian HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê Cengîz Çîçek bertek nîşanî êrîşa li dijî dayikên girtiyan ên li Gebzeyê tundî li wan hat kirin dan.    'DAYIK NE BI TENÊ NE’    Parlamenter Serpîl Kemalbay da zanîn ku ew dîmen dê tu demê neyên jibîrkirin û got: “Polîsên îşkencekar dayikan dorpêç dikin. Lê bila ji bîr nekin dayik ne bi tenê ne. Em li cem dayikan in. Em ê tim li gel wan bin. Teqez wê ev îşkence û zilm bi dawî bibe. Divê her kes deng bide dengê girtî û dayikên wan.”    ‘KÎNA LI DIJÎ GELÊ KURD E’    Parlamenter Musa Pîroglu jî destnîşan kir ku dayik tenê dixwazin dengê zarokên xwe bibihîzin û bila mirin pêk neyê û got: “Êrîşek hovan e bû. Nîşaneya kîndariyê ye. Di bin vê kînê de gellek tişt hene. Mirova dikare bêje kîna wan li dijî helwesta gelê kurd a di vê hilbijartinê de dan nîşandan heye. Ji bilî xwedî derketina dayik û bavekî ku li zarokên xwe derkevin tu tiştek xwezayîttir nîne. Di xwezayê de jî dayik xwedî li zarokên xwe derdikevin. Êrîş tenê ne li dijî mirovatiyê ye, di heman demê de êrîş li dijî rêgezên xwezayê ye jî. Divê li dijî vê êrîşê tu kes bêdeng nemîne. Lêpirsîna ji bo polîsan têrê nake. Yên ku ferman didin van polîsan jî berpirs in. Divê hemû gelên  Tirkiyeyê li dijî tecrîdê derkeve û destekê bide malbatên girtiyan. Yên ku di sindoqan de mil dan milên hev, neçarin di greva birçîbûnê de jî mil bidin milên hev.”    DÊ GILIYÊ SÛC BIKIN    Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê Cengîz Çîçek jî ji roja çalakiyê destpê kiriye heta niha li gel malbatan in û got: “Êrîşa li dijî dayikan janê da wîjdanê raya giştî. Laçika sipî li vî welatî her tim remza aştiyê ye. Di şexsê laçika sipî de dîrokek, kokek û çandek tê înkarkirin. Êrîşa hat kirin li dijî wê çandê heqaret e. Carek din hat xuyakirin ku di şexsê dayikan de dewlet çawa nêzî gelê kurd bû. Em ê qet û qet vê rewşê qebûl nekin. Li dijî vê feraseta ceberût em ê her tim têkoşîna xwe xurttir bikin û bidomînin.” .   Çîçek anî ziman ku ew ê têkildarî êrîşa hatiye kirin de giliyê sûc bikin.