ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2019'AN 2019-04-22 09:00:10 *Çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê  ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 166'an li ber xwe dide.   * Agît Tufan ê 53 roj in di greva birçîbûnê de ye yek ji “zarokên ku kevir avêtibû polîsan e.” Tufan ê li Girtîgeha Pozantiyê îşkence lê hatibû kirin û niha li Girtîgeha Bafrayê ye got: “Heta mirinê em ê dev ji çalakiya xwe bernedin.”   * Çetîn Baran ê 53 roj in di greva birçîbûnê de ye got hevalên wan ên demek dirêj in di greva birçîbûnê de ne nikarin derkevin hevdîtina telefonê û girtî li ber çavê wî dihelin.     * Endama UPWC’ê Abeer Abu Khdeîr diyar kir ku li girtîgehên Îsraîl û Tirkiyeyê heman zext hene û daxwaza girtiyên her du welatan jî heman e û ew piştevaniyê didin girtiyên li Tirkiyeyê.    * Parlamenter û rêveberên HDP’ê bertek nîşanî êrîşa polîsan a li dijî dayikan ku li Gebzeyê pêk hat dan û gotin: “Yên ku di sindoqan de mil dan milên hev, neçarin di greva birçîbûnê de jî mil bidin milên hev.”    * Nivîskar Murat Turk ê 53 roj in di greva birçîbûnê de ye got: “Hevalên me yên çavê wan kor bûne hene. Çavikek me jî bimîne heta tecrîd bê şikandin dê ev çalakiyên me dewam bikin.”    * Dayik Şerîfe Kiliç a hefteyek berê çû hevdîtina kurê xwe Bariş Kiliç ê di greva birçîbûnê de got: “Girtî ji me bi hêzttirin. Tecrîd mirin û zilm e.”    * Berdevka Jinên AKP’ê ya Şemrexê Sabahat Tekîn a ku qeyûm wê hilda karê şaredariyê çû giliyê hevşaredara HDP’ê yê Şemrexê ji qeymeqam re kîr û gef lê xwar.   * Qeyûmê Şaredariya Dêrikê navê Ugur Kaymaz ji parkê biribû. Rêveberiya HDP’ê ya dîsa hat ser kar navê Ugur Kaymaz li parkê kir.    * Hiqûqnas Kerem Altinparmak anî ziman ku bi pêkanîna kêfî ya hêza YSK’ê mazbatayan nedane hevşaredarên hatine îxrackirin û got: “Ev pêkanîna YSK’ê li dijî makeqanûn û DMME’yê ye.”    * Kordînasyona ji bo şopandina grevên birçîbûnê ku ÎHD, TÎHV, OHP, ÇHD ava kiribû, beriya raporek radestî Wezareta Dadê bikin, dê ewil li ber YKM'a Kiziliyê daxuyanî bidin çapemeniyê. Pişt re jî dê wekîlên serokên koma HDP, CHP û AKP'ê re hevdîtin bikin. (11.00-15.00)    * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî rojevê li navenda giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan a li ber Girtîgeha Gebzeyê dê di roja 14'emîn de berdewam bike. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê dê tundiya polîsan li dijî malbatên girtiyan di civîna çapemeniyê de şermezar bike. (12.30)   * Baroya Îzmîrê dê bi malbatên 301 kesên li Soma jiyana xwe ji dest dan têkildarî biryara dadgehê ya ji bo komkujiyê li ber Dadgeha Herêmê daxuyaniya çapemeniyê bidin. (13.30)    * Baroya Rihayê dê derbarê polîsên li dayikên girtiyan ên li Gebze û Qoserê şidetê kirin giliyê suc bike. (14.00)   * Parêzer dê têkildarî polîsên li Gebzeyê şidetê li dayikên girtiyan kirin, biçin Dadgeha Gebzeyê giliyê sûc bikin. (15.00)