Selçuk Kozagaçli hat girtin 2017-11-13 18:49:12   STENBOL -  Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçûk Kozagaçli bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Serokê Giştî yê Komeleya Huqûqnasên Hevdem (ÇHD) (ku bi KHK'ê hatibû girtin) Parêzer Selçûk Kozagaçli yê di 8'ê Mijdarê de li Stenbolê hat binçavkirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Piştî îfadeya li dozgeriyê, Kozagaçli bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya 10'emîn a Nobedar hat kirin. Piştî Kozagaçli bi daxwaza girtinê hat sewkirin gelek parêzer daketin qata ku dadwerên cezayê sulhê lê ne. Piştî ku ewlehiya taybet nehişt parêzer têkevin korîdora ku eywana danişîbê lê ye rageşî xwe da der. Parêzeran bariyera ewlehiyê ya li korîdorê xera kirin û hewl dan têkevin hundur. Di navbera parêzer û ewlekarên taybet de dîsa rageşî derket.    Paşê parêzer bi berzkirina dirûşmeyên "ÇHD bêdeng nema, wê bêdeng nemîn" , "Mafê parastinê nayê astengkirin" li ber eywana danişînê kom bûn.