Rewşa girtiyên li Tarsûsê giran bû 2019-04-21 13:59:33   MÊRSÎN - Rewşa 3 girtiyên di greva birçîbûnê de yên li Girtîgeha Kampusa Tarsûsê, giran bû. Hat diyar kirin ku Mûrat Karaaslan ê di 5’ê Çile de ket greva birçîbûnê, xwîn vedireşe.    Li Girtîgeha Kampusa Tarsûsê çalakiyên grevên birçîbûnê berdewam dikin. 133 girtiyên li girtîgehên Hejmara T1, T2, T3 û girtîgeha Sergirtî ya Jinan di greva birçîbûnê dene, rewşa wan giran bûye. Ji van  girtiyan 17 jê di 5’ê Çile de ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya xwe didomînin. Hat diyar kirin ku Mûrat Karaaslan ê li Kampusa T1 dimîne rewşa wî giran bûye. Girtiyên bi wî re li heman girtîgehê dimînin, di hevdîtina telefonê ya bi malbatên xwe re de, gotin ku ev demek dirêje dermanên B1, B12 û B6 bandorek neyînî li ser wan dike. Girtiyan dan zanîn ku girtî bi zorê derdikevin hevdîtina telefonê û pir zêde kîlo dane.     REWŞA SÊ GIRTIYAN GIRANE    Hevalên Karaaslan ên qewîşê, destnîşan kirin ku rewşa hevalê wan giran bûye û wiha gotin: “Karaalan ev 107 rojin di grev birçîbûnê deye. Rewşa wî giran bûye û xwîn vedireşe.” Di heman demê de, Erdal Emeç ê di koma dest pê kê de jî cih jî ev agahî dan: “Zext dewam dikin. Encam çi dibe bila bibe, emê greva xwe ya birçîbûnê dewam bikin. Rewşa 3 hevalên me yên di koma destpêkê ya di grevên birçîbûnê de cih girtin, pir giran bûye.”