‘Bedel çi dibe bila grevên birçîbûnê dê dewam bikin’ 2019-04-21 13:07:57   EDENE - Li Girtîgeha Tarsûsê, Ahmetcan Bahadir ê 52 rojin di greva birçîbûnê deye, diyar kir ku bedel çi dibe bila bibe, heya tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, ewê dest ji çalakiya xwe bernedin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Tarsûsê, Ahmetcan Bahadir ê 52 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, bi rêya malbata xwe peyam şand û diyar kir ku rewşa girtiyên demek dirêje di greva birçîbûnê dene gehiştiye asta krîtîk bûnê. Bahadir, di peyama da de, got çalakiya wan bi biryardarî dewam dike.   Bahadir, da zanîn ku ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê dene û wiha got: “Hevalê me Sûat Okûr ev 104 rojin di greva birçîbûnê deye û rewşa wî ne başe. Weke din rewşa me başe. Bedel çi dibe bila bibe, heya ku em agahî ji Rêbertiya xwe negirtin, em ê çalakiya xwe berdewam bikin.”