Aydemîr di 52 rojan de 14 kolî dan 2019-04-21 12:26:51   WAN - 2 birayê hev Kadîr û Hamdullah Aydemîr, li Girtîgehên Xerpêt û Amedê ev 52 rojin di greva birçîbûnê dene. Mehmet Aydemîr ê çû hevdîtina birayê xwe Kadir Aydemîr, diyar kir ku birayê wî di 52 rojan de, 14 kîlo dane û di hucreya yek kesî de tê girtin.    2 birayên hev Hmdullah û Kadîr Aydemîr di grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger dene. Hamdullah Aydemîr ev 5 salin li Girtîgeha Tîpa T a Amedê û birayê wî Kadîr Aydemîr jî li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê tên girtin. Kadir di sala 2013’an de hat girtin, dinava 6 salan de li girtîgehên Mêrdîn, Şirnex, Wan man û herî dawî li Xerpêtê dimîne.    DI HUCREYA YEK KESÎ DIMÎNE    Mehmet Aydemîr ê birayê xwe Kadir li girtîgehê ziyaret kir, anî ziman ku vîtamînin nadin girtiyên digrvên birçîbûnê de û wiha got: “Bi tu awayî kontrolên tenduristiya girtiyan nayê kirin. Birayê min di hucreya yek kesî de dimîne û bi zorê pêdiviyên xwe pêşwazî dike. Birayê min 14 kîlo dane û bi zorê derket hevdîtina vekirî. Ji min re got ‘di hevdîtinek din de neyin. Ez bi zorê derdikevim hevdîtinê. Dibe ku nekarim derkevim hevdîtinê.’ Birayê min ev 2 salin li vê girtîgehê dimîne. Ji roja hatiye girtîgehê di hucreyê de dimîne. Ji bo ku ji hucrê derkeve gelek caran daxwazname ji rêveberiya girtîgehê nivîsand. Lê hîna jî birayê min di hucrê de digirin. Min têkildarî vê serî li ÎHD’ê da. Lê hîna me tu encam bi dest nexwistine.    'EM BIBIN DENGÊ WAN'   Bira Aydemîr bal kişand ser bêdengiya heyî û ev bang li raya giştî kir: “Li Tirkiyeyê, grevên birçîbûnê weke qîrîniyek bêdeng xuya dike. Kes deng nade vî dengî. Ger ev bêdengî dewam bike, ji mirinên pêk werin ev civak berpirsiyare. Demildest em dengê xwe li dengê girtiyan zêde bikin. Ji bo ku grevên birçîbûnê bi dawî bibin, çi ji destê me were emê wê bikin.”