Dayika 2 zarokên wê di greva birçîbûnê dene: Cihê te amadeye 2019-04-21 09:15:40   MÊRDÎN - Dayika 2 zarokên wê Şerafettîn (36) û Nîzamettîn Yilmaz (38) ên li Girtîgeha Mêrdînê bi hev re li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê dene, diyar kir ku kurê wê Nîzamettîn jê re gotiye ‘Ger ez bêm berdan ezê çalakiya xwe li malê bidomînim û got: “Cihê kurê min amade ye.”   Di nava girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdoveger de, 2 birayên hev Nîzamettîn ê 36 salî û Şerafettîn Yilmaz ê 38 salî jî hene. Bavê 5 zarokan Şerafettîn Yilmaz ê ji ber hevdîtinekê di telefonê, doz derbarê wî de hat vekirin û di 18’ê Adarê hat girtin, di 20’ê Adarê de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû.     Yilmaz ji ber qezayekê kar heya roja îro 3 caran hatiye ameliyat kirin û di bedena wî de 7 platîn hene. Yilmaz ligel hin pirsgirêkên tenduristiyên xwe yên cuda û îtîrazên hevalên xwe jî, dest bi greva birçîbûnê dike. Yilmaz dê di çarçoveya doza darizandina xwe de, dê di 8’ê Gulanê de derkeve pêşberî dadgehê.     'EZÊ LI MALÊ DEWAM BIKIM CIHÊ MIN AMADE BIKIN’   Birayê Yilmaz Nîzamettîn Yilmaz ê 36 salî jî di heman girtîgehê de dimîne û ji 28’ê Adara 2018’an ve girtiye. Yilmaz ê 28 sal cezayê girtîgehê lê hat birin, hevjîn û 4 zarokên wî ji ber zext û êrîşan neçar man ku koçî Ewropa bikin. Yilmez ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye û ji ber vê di 8’ê Nîsanê de beşdarî danişîna xwe ya li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin, nebû û danişîna Yilmaz talûqî 28’ê Hezîranê hat kirin. Yilmaz di hevdîtina herî dawî ya bi malbata xwe re kir de, ji dayika xwe re  got, “Ger ez di 28’ê Hezîranê de bêm berdan ezê çalakiya xwe li malê bidomînim. Ji ber vê ji niha de hûn cihê min li malê amade bikin.”    BANG LI KURÊ XWE KIR    Dayik Mehdiye Yilmaz, ji bo vê daxwaza kurê xwe Nîzamettîn ket nava liv û tevgerê û li mala xwe ya li navçeya Dêrik a Mêrdînê dest bi amadekariyan kir. Dayik Yilmaz a hêvî kir ku kurê wê bê berdan, bi van gotinan bangî kurê xwe kir: “Kurê min Nîzamettîn bi agahiya te jê hebe, ger tu bêyî berdan, cihê te amadeye. Min cihê te amede kiriye. Tu yê werî li vê derê greva xwe berdewam bikî. Zarokên min ji ber hincetên siyasî hatin girtin. Daxwazên zarokên me ne ew daxwazin ku neyên pêşwazî kirin. Ji bo rakirina tecrîdê weke malbatên girtiyan çi bikeve ser milê me, em amedene bikin. Ji bo rakirina tecrîdê divê rêxistinên mafên mirovan û raya giştî demildest bikevin nava tevgerê.”